Odeya hevşaredartiyê di bin dorpêçê de ye 2019-10-21 12:28:28    AMED - Piştî ku hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz hat binçavkirin, xebatakarên şaredariyê yên ku derketin ber odeya hevşaredartiyê ya hat dorpêçirin û dirûşmên "Tundî me bêzar nake'"berz kirin bi lêdana polîsan re rûbirû man.    Li Amedê di serdegitinên malan ku serê sibehê hatin kirin de hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier hatin binçavkirin. Polîsên ku Şardariya Peyasê, Karazê û Bismilê dorpêç kirin, li avahiya şaredariyan lêgerîn kirin. Li Şaredariya Peyasê polîsên ku nexwestin xebatkarên şaredariyê bigirin hundir diyar kirin ku ew li hêviya qeyûm in. Lê xebatkaran dorpêça polîsan şikandin û bi dirûşmên berz kirin ketin avahiya şaredariyê.   Herwiha xebatkarên şaredariyê ku ji saetên serê sibehê zû ve li ber Şaredariya Peyasê kom bûn ji aliyê parlamenterên HDP'ê ve hatin ziyaretkirin. Xebatkarên ku xwetin bikevin şaredariyê û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, dirûşmên, "Faşîst AKP ji şaredariyê biciheme", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Şaredarî yên me ne" berz kirin. Xebatkar piştre bi tilîliyan ketin hundirê şaredariyê.    'Vêderê cihê me ye derkevin'   Li Şaredariya Peyasê qatê hevşaredartiyê hat girtin û polîs û dozgeran lê lêgerîn pêk anîn. Parlamenter û xebatkarên derketin heman qatî ji û derbarê lêgerînê de belge xwestin. Parlamenterên ku diyarkirin lêgerîn bi vî wayî naber bertek nîşandan. Jinên xebatkar jî diyar kirin ku ew ê dest ji şaredariyê bernedin û bertek nîşan dan.    Xebatkarên ku li qatê hevşaredariyê bertek nîşan dan jî polîsan li wan da û ew daxistin qatê jêr. Li dijî parlamenterên ku lêddana li xebatkaran asteng kirin jî gelek polîsên hêza çevîk sewkî şaredariyê hatin kirin. Herwiha rojnamegerên ku xwestin dîmen bikişînin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û ji hundirê şaredariyê hatin derkxistin. Parlamenter Salîha Aydenîz bertek nîşanî polîsên ku rojnameger derxistin da û û wiha got: "Helbet hûn ê çapemeniyê derxînin ji ber ku gelek tiştên  we yê hûn bincil bikin hene."    HDP wê saet di 13.00'an de derbarê hevşaredarên hatin binçavkirin de li ber Şaredariya Peyasê daxuyaniyê bide.    Dorpêça polîsan a li ber şaredariyê jî berdewam dike.