TJA: Li dijî dijminatiya li hember kurdan yekîtiya neteweyî girîng e 2019-10-21 13:39:20   AMED - TJA'yê derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên HDP'ê daxuyanî da û got: "Em dibêjin ku li dijî dijminantiya li hember kurdan ku evqas pêş ketiye, bi rûhê yekitiya neteweyî têkoşîna bê dawî gelek girîng e. Em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku bi hev re tora têkoşînê û yekitiya neteweyî berfireh bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qeyûmên tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin û derbarê girîngiya yektiya neteweyî ya kurd de daxuyanî weşandin. TJA'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dagirkirina axa Kurdistanê ji aliyê çar netewdewletan ve, tundiya li ser vê erdnîgariyê ji aliyê wan dewletan ve tê meşandin û talana tê kirin. TJA'yê diyar kir ku  ev çar netew dewlet û bi taybet jî Tirkiye xwe li ser tundiya li ser jinan û kurdan heyeî dike û bi salane vê tundiya xwe berdewam dike.    TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:    "AKP'ya ku berdewama kevneşopuya neteweperst û zayendparêz a herî dawî ye, di 18 salên serweriya xwe de, li ser Gelê Kurd û jinan her cure polîtîkayên tundiya ku tunde dike, ninjadperestî û dijmanantiya jinan kûr kiriye. AKP -MHPA'a ku di 9'ê Cotmehê de dest bi dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, nava welat jî bi polîtîkayên xwe yên xespkirin û şer êîrîşî Gelê Kurd dike. AKP -MHP'ya ku bi hişmendiya mêrê serdest tevdigere şaredariyên ku îradeya kurdan e bi qeyûman diagir kirine.    Em jin tucarî teslîm nabin   AKP-MHP bi krîza ku dijîn û tirsa jidestçûyîna îkdtîdarê, polîtîkayên xwe yên tundî, xesp, neteweperestî û dagirkirinê kûrd dike hem welat û hem jî Rojhilata Navîn ber bi aloziyê ve û şer ve dibe.  Em van biryarên ku AKP-MHP digirin yekê jî napejirêînin. Em wekî jin li dijî xespkirina pargala hevserokatiyê ku bi bedelên giran hatiye bidstxistin teslîm nabin û li dijî polîtîkayên dagirkirin û bêhiqûqiyê bang li hemû jinan dikin ku demokrasiyê biparêzin û bloka demokratîk bi hêz bikin.    Li dijî dijminantiya li hemberî kurdan ku bi salan e berdewam dike em wekî jinên kurd yên li ser şopa Gulnaz Xanim, Leyla Qasim, Mîna Qazî heta ku em jiyaneke demokratîk misoger bikin em dest ji berxwedanê bernadin; Em dibêjin li dijî dijmanatiya li hember kurdan yektiya netweyî gelek girîng e. Em bang li hem û Kurdistanî û bi taybet li jinên kurd dikin ku bi hev re li ber xwe bidin û yekitiya xwe ava bikin."