Xwendekarên zanîngehê ji bo Rojava alîkariyê kom dikin 2019-10-21 14:10:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên zanîngeha Raperîn ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayake alîkariyê dan destpêkirin.   Xwendekarên zanîngeha Raperînê li navçeya Ranya a ser bi îdareya Raperîn, kampanyayek alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Em rê nadin Rojava bikeve’ dest pê kirin.   Li gorî agahiyan wê kampanya hefteyekê berdewam bike û wê tenê pere were komkirin.   Xwendekarê bi navê Jiyar Hisên ku bi xwe endamê kampanyayê ye daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Em ê di çalakiyek din a xwe de xwendekarên zanîngehê li ser boykotkirina malên Tirkî hişyar bikin. Gelek welat çalakiyên bi vî awayî bi kar tînin û serkertî ne. Ji bo vê ev çalakiyên bi vî awayî girîng in.”