Li 4 kuçeyên Dêrikê qedexe hat îlankirin 2019-10-21 14:24:12   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê li 4 kuçeyên Dêrika ku di serê sibehê de pevçûn lê hat jiyîn, qedexe îlan kir.    Walîtiya Mêrdînê li kuçeyên Erbate, Simaqî, Bizdoxan, Kotê yên Dêrikê Mêrdînê jib er pevçûnên serê sibehê qedexe îlan kir. Walîtiyê da zanîn ku ew ê qedexe heta bangek duyem dewam bike.    Li kuçeyên ku hatine qedexekirin serê sibehê di navbera leşkeran û HPG'yîyan de pevçûn derkev û leşkerek mir.