Hevşaredarên Nisêbînê şandin girtîgeha Xerpêtê 2019-10-21 14:55:03   MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut ku hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin.   Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut ku di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê de hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin, ji Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatin kirin.   Piştî girtina hevşaredaran di 18'ê Cotmehê de qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin.