Komîteya Tenduristiya Şengalê: Di nav vî şerî de jin, zarok, pîr û tenduristî tê hedefgirtin 2019-10-21 15:50:01   ŞENGAL - Komîteya Tenduristiya Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. Di vê êrîşê de sivîl û endamên tenduristiyê jî hatin hedefgirtin. Komîteya Tenduristiya Şengalê derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de daxuyaniyek da û da zanîn ku çawa ku di dema fermanê de gelê Rojava li gelê Şengalê xwedî derket, em ê jî çi ji destên me bê em ê bikin.   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Berxwedana gelê Kurd, ne tenê berxwedaneke gelê kurd an jî netewa kurd e. Berxwedana gelê kurd, berxwedaneke azadîxwazi û demokrasîxwaziya hemû gelên ku li dijî faşîzm, dagirkerî û hemû neheqiyan li berxwe didine. Ji bo vê jî ev berxwedan xwedî heqîqetek dîrokî ye. Hemû rêxistin û saziyên navneteweyî yên mirovî berpirsiyar in ku li vê berxwedana gelê Kurd ê Rojava xwedî derkeve. Di van mijaran de pêwist e ev sazî û rêxistinên mirovî bi erka xwedîderketina dîrokê rabe."   'Mirovatî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû'   Gelê Kurd ê Rojava û hemû netewên ku li ser axa Bakurê Sûriyeyê dijîn jiyaneke demokratîk û xweseriyeke ku bikaribe hemû gelê Sûriyeyê bi wekhevî bigire nav xwe, ava kir. Bi rihetî mirov dikare bêje; hem mirovatî ji terorizmeke weke DAIŞ'ê rizgar kir û hem jî sîstemeke demokratîk ku dikare ji hemû mirovatiyêre bibe mînak ava kir. Ev hemû bi bedelên herî giranbuha pêş ket."   'Di nav vî şerî de jin, zarok, kal, pîr û tenduristî tê hedefgirtin'   Li hemberî van bedelê giranbuha pêwîst bû îro li Rojavayê Kurdistanê xwîn nerijîba. Pêwist bû ku Rêveberiya Xweser weke îradeyekê hatiba fermîkirin û bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirk re rû bi rû nemaba. Îro dewleta tirk a dagirker li Rojava şerekî herî bê ahlak dimeşîne. Hemû mirovatî dizane ku di nava şer de mirovên sivîl, jin, zarok, kal-pîr û tenduristî tên hedefgirtin. Dewleta tirk vî sûcê mirovatiyê li ber çavê hemû cîhanê dike, lê mixabin ji ber cîhan li hember vî sûcî lal, kor û nebihîstî bûye, faşîstekî mîna Erdogan ji vê cesaret girtiye û çekên qedexîkirî yên fosfor a sipî li dijî zarok û sivîlan bi kar aniye. Li hember vê zilma dewleta tirk a dagirker bê deng mayîn şerm, bê exlaqî û sûcê mirovatiyê ye."   'Weke deynê dîrokî, bê teredut em ê erka xwe bînin cîh'   Em weke Komîteya Tenduristî ya Şengalê vê sûc û şerma mirovî ya ku tê kirin jî qebûl nakin. Berî her tiştî em vê êrîşa dewleta tirk a dagirker ya li dijî Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Lê belê em vê jî baş dizanin tenê şermezarkirin têrê nake. Dem ne dema gotinê ye dem dema kirinê ye. Li ser van esasan em weke Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê ji bo gelê Rojava û berxwedana rûmetê ku didin meşandin çi bikeve ser milê me, weke deynê xwe yê dîrokî bê teredût em ê erka xwe bînin cih. Çawa ku di demê fermanê de gelê Rojava li gelê Şengalê xwedî derket, em ê jî çi ji destên me werin ji bo gelê Rojava bikin.   'Li dijî dagirkeriyê divê em bibin yek'   Li ser vî bingehî di serî de banga me ji bo gelê Kurd e ku li her çar parçeyê Kurdistanê û li dervî welat jî ku ev dem mîna dema şerê Kobanê ye, em têkoşîna xwe mezintir bikin. Çawa ku bi rihekî neteweyî li dijî terora DAIŞ'ê hat sekinandin, pêwîst e bi heman ruhî li dijî terora DAIŞ a duyemîn ya dewleta dagirker a tirk  were sekinandin. Her wiha em bang li sazî, rêxistin û tevgerên navneteweyî yên mafê mirovan dikin û em wan dawetî ser erka wan dikin ku li erka xwe ya mirovî xwedî derkevin."