Li Rihayê qedexe 30 rojên din hat dirêjkirin 2019-10-21 16:12:23   RIHA - Walîtiya Rihayê, qedxeya civîn, xwepêşandan û meşan ku 30 roj bû li bajar didomiya, 30 rojên din dirêj kir.   Walîtiya Rihayê, çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin 30 rojên din dirêj kir. Walîtiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku di navbera 28'ê Cotmehê û 28'ê Mijdarê de hemû çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin, hatine qedexekirin.