Gultan Kişanak: Li girtîgehê pirtûk qedexe kirin 2019-10-21 16:21:42   ENQERE - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ji ajansa me re name şand û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara  1 a Kandira pirtûk qedexe kirin.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kocaelî name ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn, vegot.    Gultan, di nameya şand de, diyar kir ku rayedarên girtîgehê rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan û ligel ku serî rêyên hiqûqî dan jî tu encam bi dest nexistin.    Gultan, da zanîn ku li Girtîgeha Kandira pirtûk hatin qedexekirin û wiha got: “Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê, pirtûk û kovarên ku bi kargoyan tên şandin û pirtûkên ziyaretvan bi xwe re tînin nade girtiyan. Biryara hatiye girtin ku êdî van pirtûk û kovaran nedin girtiyan. Em li Dadgeriya  Înfazê ev biryar îtîraz kir. Emê lê mêze bikin ka wê çi demê biryar bidin. Biryar hat girtin ku em bi pereyan pirtûk û kovaran bikirin.”      Gultan, bi bîr xist ku wan di vê mijarê de serî li rêyên darazê dane û bang hestiyariyê li sazî û dezgehên mafên mirovan kir.    Gultan, derbarê qedexekirina pirtûkan de ev nirxandin kir: “Qedexekirina pirtûkan rewşeke karesatê ye. Ger pereyê em hebe em dikarin pirtûkan bikirin. Pirtûk ne malê bazirganiyê ye ku bê xelaskirin.”