ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2019'AN 2019-10-22 09:00:00   *Nûçegîhanên çapemeniya azad ên ku li Girê Spî û Eyn Îsayê berxwedana gel û şervanan radigihînin gotin: "Em wek rojnemevan soz didin ku em ê şopdarên hevalên xwe bin da ku heqîqeta dewleta tirk a hovane ya derheqê jin û zarokan de pêk tîne ji hemû cîhanê re ragihînin." DÎMEN HEYE   *Jinên siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê di derbarê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bertek nîşan dan û gotin: “Li hemberî êrîşên dagirkeriyê pêdivî bi dengekî hîn zêde bi hêz heye. Hewceye civaka navneteweyî zêdetir xwedî helwest be.”DÎMEN HEYE   *Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, diyar kir ku operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî destkeftiyên jinan e û endama Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk jî ev tişt vegot: “Jinan li Rojava şoreşa xwe pêk anîn. Em ê di vê pêvajoyê de berdewamiya vê bibînin. Jinên ku ne li malan, xwedî li kolanan derdikevin, îro berdewamiya şoreşa dane destpêkirin pêk tînin.” DÎMEN HEYE   * Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku sedema israra hikûmetê ya qeyûman, jin û destkeftiyên jinan e û wiha got: “Bi hedê tu kesî neketiye ku hevserokatiyê îlegalîze bikin. Em ê jinên HDP û Tirkiyeyê dest bidin hev û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.” DÎMEN HEYE   *Wargeha Xwendekarên Keç a KYK’ê ya Mêrdînê bi pêkanînên xwe yên weke ‘cil û bergên wek şort û pîjame wê neyê lixwekirin’ hatibû rojevê. Piştî bertekên li Wargeha hatin nîşandan şûnde rêbaz şûnde hatibûn kişandin, lê hîna jî xwendekar di bin zextan de ne. Rêveberiya Wargeha, li xwendekarekê bi gotina ‘bavê te jî be, birayê te jî be tu nikarî bi mêrekî re bê vir û bimeşî’ cezayê hişyariyê hat birîn.   *Jinên li avahiya HDP’a Bayrakli ya Îzmîrê Nobetê digirin wiha gotin: “Tu kes li ser xwînê aram nabe. Cenaze diçin şevneşînan, naçin derveyê welat, malên dewlemendan.”DÎMEN HEYE   *Piştevaniya Jinan a Sultangazi ya li dijî binpêkirina mafan bi hatina jinan a gel hev hat avakirin, niha bi konserveyên çêdikin, avakirina komeleyê hedef dikin. Endamên piştevaniyê bang li hemû jinan kirin û gotin ger bên cem hev wê xurt bibin.DÎMEN HEYE   * HDP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rekorek mezin Şaredariya Nisêbînê girtibû, lê carek din qeyûm lê hat tayînkirin. Di dema ku 3 salan qeyûm şaredarî bi rê ve bir de, gel mahkumê riyên bi ax hat kirin, Abîdeya Newrozê hat hilweşandin, navê parkan hat guherin û şaredarî xist bin 32 mîlyon TL deyn.DÎMEN HEYE