Li Wargeha KYK'ê ya Mêrdînê zext bi dawî nabin 2019-10-22 09:11:15   MÊRDÎN - Wargeha Xwendekarên Keç a KYK’ê ya Mêrdînê bi pêkanînên xwe yên weke ‘cil û bergên wek şort û pîjame wê neyê lixwekirin’ hatibû rojevê. Piştî bertekên li Wargeha hatin nîşandan şûnde rêbaz şûnde hatibûn kişandin, lê hîna jî xwendekar di bin zextan de ne. Rêveberiya Wargeha, li xwendekarekê bi gotina ‘bavê te jî be, birayê te jî be tu nikarî bi mêrekî re bê vir û bimeşî’ cezayê hişyariyê hat birîn.   Li Wargeha Xwendekarên Keç a Saziya Wargeh û Krediyê (KYK) ya Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê, li xwendekaran rêbazên der barê cil û berg û tevgeran de hatibûn ferzkirin. Di bin rêbazên ku li xwendekaran hat ferzkirin de, di formên hatin amadekirin de îfadeyên wek ‘Ji bilî cihê razanê, bi cil û bergên weke pîjame hûn nikarin bigerin, li hundir û derveyê Wargeha tevgerên li dijî îfetê nekin’ hatibûn bikaranîn. Piştî bertekan, form hat kişandin lê li wargehê dawiya rêbaz û qedexeyan jî nehat.   ‘Em xwe weke li koguşa leşkeran e hîs dikin’   Di rojên borî de xwendekareke ku bi du hevalên xwe yên mêr û hevalek xwe ya jin re heta ber derê wargehê hatibûn. Li ser vê îdareyê gazî wê kir û got: “Bavê te be, birayê te be tu nikarî bi mêran re bê vir’. Xwendekara jin ku piştî cezayê hişyariyê axivî wiha got: “Ez bi sê hevalên xwe re dihatim wargehê. Heta ber derî ez anîm. Riya wargehê zêde ne bi ewle ye loma mirov nikare tenê bê. Wê rojê ez heta ber derî danîm. Piştî ez ketim hundir hişyarî kirin. Em xwe weke li koguşa leşkeran e hîs dikin.”