'Tişta diqewime qirkirina gel e' 2019-10-22 11:40:53   Ferîde Zade   ŞEHBA - Malbetên şehîdan ên ku tevlî meşa li hember cihê çavdêriya Rusan bûne diyar kirin ku gelek soz tên dayîn lê divê  bûyerên bi êş ên ku li Efrînê hatin jiyîn dûbare nebin."   Bi dirûşmeya "Nebin hevkarên dagirkeriya dewleta tirk" gelên Efrîn û Şehbayê ji bo peyama xwe ragihînin berê xwe dan cihê çavêriyê yê Rusan ku li gundê Wehişiyê yê girêdayî Kantona Şehbayê ye. Di hundir çalakiyê de malbetên şehîdan diyar kirin ku soz tên dayîn, lê divê bûyerên bi êş ên li Efrînê hatin jiyîn divê dubare nebin.   ‘Bûyerên ku li Efrînê hatî jiyîn divê dûbare nebin’   Hevjîna Şehîd Berxwedan Kurdistan Hiso bûyerên ku li Efrînê jî rû dabûn bi bîr xist û wiha anî ziman: "Dagirkeriya Tirk û hevkarê wê êrîşî Efrîn jî kirin, êrîşa wan bû sedema ku hemû mirov malên xwe bihêlin û koçî deverek din bikin. Em hovîtiya dewleta tirk a dagirker qebûl nakin. Îro jî Em hemû li hember Rusan derketine qadan, ji bo em hovîtiya wan bidin sekinandin. Em wekî malbatên şehîdan naxwazin bûyerên li Efrîn qewimîne dîsa dûbare bibin."   ‘Tiştê ku niha diqewime tenê kuştina gel e’   Hevjîna şehîd Nemir Besîme Yûsif jî da zanîn ku mebesta Erdogan tenê qirkirina Gelê Kurd e û wiha domand: "Erdogan bi hemû şêwazê hovîtiyê êrîşî gel dike û zarokan dikuj e. Tu sûcê zarokan tune ye ku îro bi kimyesalê bên şewitandin. Tiştê niha diqewime tenê kuştina gel e, bi hinceta Islam û yekbûna axa Sûriyê şer dikin. Erdogan tucarî yekbûna Sûriyê nexwestiye. Ev şer berdewamiya pêkanîna pilanên wî ne. Hemû dewletên navneteweyî li hev kirine û bazarên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tînin. Weke malbetên şehîdan em bêdeng namînin.”   ‘Nebin hevkarên dagirkeriya Tirk’   Li aliyekî din jî hevjîna şehîd Zekeriya Mîdiye Bekir diyar kir ku Erdogan hemû pêkhate hedef girtine û wiha pêde çû: "Tevlîbûyîna me ji vê meşê ji bo em hemû dengê xwe li hember hovîtiya Erdogan bilind bikin û bêjin êdî bes e ji dagirkeriyê re. Nebin hevkarên dagirkeriya tirk, tiştê li Efrînê hatiye jiyîn divê dubare nebe. Divê hemû dewlet têkevin tevgerê û li hember van êrîşan bisekinin. Erdogan gel bi hemû pêkhateyan hedef digre."