'Em ê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derbikevin' 2019-10-22 14:11:19   ŞENGAL - Du Kurdên Êzidî yên ku dema di fermana 2014'an de ketibûn destên çeteyên DAÎŞ'ê bi berxwedana QSD'ê ve gihaştin ser axa xwe ya pîroz.   Jı aliye meclîsa TAJÊ di kona Rûmete ya ku ji bo Rojava ye Kurdistan hat wekirin, bi awayekê resmî teslîma malbate van kirin. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kiribû û di encamê de gelek jin û zarok hatibûn revandin. Jina bi navê Hisen Xelef a 25 salî û zarokê wê yê bi navê Rêwaz Îsmaîl ku 8 salî ye û ji gûndê Til Qesebinê ne, ji aliyê QSD,YPG, YPJ'ê ve hatin rizgarkirin û gihaştin ser axa xwe. Ji ber ku ev demeke dirêj e di destên DAÎŞ'ê de bûn zimanê xwe ji bîr kirine.    'Me zimanê xwe ji bîr kir'   Eyşan Hisên derbarê rizgarkirina xwe de wiha got:"Dema fermanê ez 20 salî bûn. Cara yekê navê DAÎŞ'ê me di dema teqîna Til Izer û Sîba Şex Xidir bihîstibû. Tiştê herî zehmet bi darê zorê me ferî Kuranê dikirin. Lê ez niha gelek kêfxweş im ku rizgar bûme. Ji ber ku nedihiştin em bi zimanê xwe biaxivin me zimanê xwe ji bîr kir. "   'Me fêrî çekan dikirin'    Rêwaz Hisen jî tiştên ku jiyaye wiha vegot:"Dema ez ketim destên DAÎŞ'ê ez hîn biçûk bûm. Birayê min beriya min rizgar bû. Çeteyan bi zorê em fêrî Kuranê û slavata dikirin. Me fêrî çekan dikirin. "   'Ger ne ji  QSD,YPG, YPJ'ê  ba ew ê Êzidî rizgar neban'   Her wiha li ser navê TAJÊ Pakîze Celal axîvî û got:"Em di destpêkê de ji bo QSD'ê du Êzidiyên din jî rizgar kir em spasiya wan dikin. Em hêvî dikin ku hemû Êzidiyên ku niha di destên çeteyan de ne bên rizgarkirin. Ger ne ji  QSD,YPG, YPJ'ê  ba ew ê Êzidî rizgar neban."    'Em ê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derbikevin'   Ji Komîteya Amedekar a Konê Rûmetê ya ji bo piştgiriya Rojava, Hiso Birahîm wiha axivî:"Em di serî de berxwedana gelê me yê Rojavayê Kurdistanê silav dikin. Şervanên QSD, YPG, YPJ'ê  roj bi roj jin û zarokên Êzîdî ji destê çeteyan rizgar dike. Niha li Rojavayê Kurdistanê şerek heye, berxwedanek mezin heye û ji aliyekî jin û zarokên Êzidî rizgar dikin. Em hemû şehîden Rojava bi bîr tînin. Em jî wek xelkê çiyayê Şengalê bi hemû derfet û îmkanên xwe  em ê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derbikevin."