'Mîhrîcana Zeytûnan' a Dêrikê hat qedexekirin 2019-10-22 14:27:10   MÊRDÎN - Qeymeqamiya Derikê “Mîhrîcana Zeytûnan” a Şaredariya Dêrikê bi hinceta operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexe kir.    Şaredariya Dêrikê ya HDP’yî xwest di navbera 25-27’ê cotmehê de bi dirûşmên “Dara zeytûnê dara aştiyê ye” û “Em li derdora dara aştiyê tên gel hev” li Dêrikê “Mîhrîcana Zeytûnan” li dar bixe. Qeymeqamiya Dêrikê bi hinceta operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîhrîcan qedexe kir.      Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku heta niha qeymeqamiyê xebatên wan asteng kiriye û got: “Walî ji bo qedexekirina çalakiyên me zagonan derdixe. Ev zagon mîhrîcana Şaredariya Midyadê asteng nake lê şahiya vekirina avahiya me asteng kir. Mîhrîcana me asteng dikin. Ev astengî ne li dijî me li dijî gelê me pêk tînin. Xizmeta ji bo gelê me asteng dikin. Berpirsiyariya me ya ji bo gelê me heye. Gelê Dêrikê ji bo xizmeta xwe me hilbijart. Em astengiya dayîna xizmeta ji bo gelê xwe qebûl nakin. Em dixwazin ew demildest dest ji vê helwestê berdin.”