Li Hesekê du kes birîndar bûn 2019-10-22 15:48:57   HESEKÊ - 2 kes ji aliyê sekvaniya dewleta tirk birîndar bûn.    Îro mêrê bi navê Mahir Ebdo yê 35 salî û Ednan Ebdil Ezîz Cûma yê 36 salî dema ku xwestin biçin mala xwe ya Serêkaniyê, bûn hedefa sekvaniya dewleta tirk.   Mahir Ebdobi ji ser û lingê xwe giranî birîndar bû. Ednan Ebdil Ezîz jî di çavê xwe yê rast de birîndar bû. Piştî li Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn hatin dermankirin, niha her dû birin Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Hesekê.    Tevî ku agirbesta heyî di navbera Tirkiyê û Emerîkayê de hîn jî dewleta tirk sivîlan dike hedef.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku heya vê kêliyê jî dewleta tirk li gorî agirbestê tev nagere û sivîlan hedef digire.