Li Qamişloyê kampanyaya alîkariyê ji bo koçberên Serêkaniyê hat destpêkirin 2019-10-22 16:20:03   QAMIŞLO - Li bajarê Qamişloyê kampanyaya alîkariyê ji bo kesên ku ji Serêkaniyê koçî Qamişloyê bûne hat destpêkirin. Gel bi girseyi berê xwe didin cihê kampanyayê û alîkariyê pêşkêş dikin.   Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi hezaran gel ji cih û warên xwe koç bûn û li deverên din yên herêmê bi cih bûn. Şêniyên bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê ji bajarê xwe derketin û ji bin topbaranê xwe gihandin Qamişloyê.   Kongreya Star bi alîkariya Kongreya Islamî ya herêma Cizîrê, ji bo bicihkirina koçberan dest bi kampanyaya alîkariyê kirin. Kampanyaya alîkariyê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê hat destpêkirin. Bi hezaran gel berê xwe didin kampanyayê û alîkariya xwe pêşkêş dikin.   'Dilê gel bi hev re ye'   Endama Rêveberiya Kongreya Star a taxa xerbî Rodîn Îsa li ser destpêkirina vê kampanyayê wiha dibêjê: "Ev kampanyaya ku em pê rabûna, ji bo alîkariya gelê me yên Serêkaniyê ye. Ji bo em bikaribin hinekî jî barê wan sivik bikin û bi wan re bibin alîkar û pêdiviyên wan pêk bînin me dest bi kampanyayê kir. Di despêkê de me komîteyên xwe di taxan de ava kirin û ew komîte erka wan hejmara malan û pêşwazîkirina alîkariyê ye. Fedekariyeke mezin ji aliyê şêniyên Qamişloyê ve jî tên kirin. Kesên ku pêwîstiyên wan hebin tên ji xwe re digirin. Dilê gel bi hev re ye. Em hemû bi yek ruhî tev digerin. Gelek malbatan malên xwe ji koçberan re vekiriye. Hêviya me ji saziyên pêwendîdar re ew e ku alîkariyê bidin vî gelê ku tu sûcê wan di vî şerî de tune ye."   Kampanya berdewam e.