Li Dêrikê 5 lehengên berxwedana rûmetê hatin oxirkirin 2019-10-23 13:04:55   QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê 5 tekoşerên azadiyê bi merasîmekê girseyî oxir kirin.   Şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişlo 5 tekoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekê girseyî li goristana Şehîd Xebat oxir kirin.   Navên tekoşerên azadiyê yên di berxwedana rûmetê de ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Rawan Girkêlegê, Nûman Serhed, Delîl Dîren, Soran Tolhildan, Aram Kerkûk.   Piştî deqeyik rêzgirtin, li ser navê Rêveberiya Xweser Perwîn Yusif sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û got: "Gelê ku bi axa xwe ve girêdayî û îro ev ax bûye meraq ji dijminan re, ev pilanên ku îro derketine bi salan li ser gelê me tê meşandin. Yên ku  Kurdistana me dagir kirin û kirin çar perçe îro careke din dixwazin bi planên cuda axê me dagir bikin.  Lê bila dijmin baş bizanibe ku ev gel bi bedelên giran bûha van axan girtin bi hêsanî dev ji vê axê bernadin."   Piştî axaftinan yek bi yek nasnemeyên tekoşerên azadiyê hatin xwendin û bi tilîlî û bi dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.