Li Mûşê operasyona binçavkirinê 2019-10-23 13:41:35   MÛŞ - Li Mûşê di serdegritinên malan ku hatin kirin de 3 kes hatin binçavkirin.   Li Mûşê di saetên serê sibehê de ji aliyê polîsan ve bi ser malan de hat girtin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin di encama serdegirtinan de endama Meclisa Ciwanan a DHP'ê Nafiye Bal, xwendekara zanîngehê Şeyma Orhan û Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Murat Balkaya hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birina Muduriyeta Emniyetê ya Wanê.    3 kesên ku hain binçavkirin sedema binçavkirina wan nehat zanîn.