Li Qamişlo û Hesekê meş hat lidarxistin 2019-10-23 13:49:34   QAMIŞLO/HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên herêma Cizîrê daketin qadan.    Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê û navçeya Til Temîrê ya girêdayî Kantona Hesekê daketin qadan û bi meşek girseyî şermezar kirin. Li dijî êrîşên dewleta tirk şêniyên Qamişloyê daketin qadan û meşek li dar xistin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê herikîn qadan û helwesta xwe bi meşekê nîşan dan.   Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca qirkirina gelan bi awayekî tund pêk hatin. Di çarçoveya şermezarkirina van êrîşan û dagirkirina bajarên herêmê de bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê tevahî sazî û dezgehên xwe yên civakî daketin qadan û helwestên xwe li dijî êrîşên xakê  bi meşekê nîşan dan.   Di meşê de pankertên bi nivîsa "Ji bo em vegerin malên xwe, em garantiya nevneteweyî dixwazin", "Komkojiyên Serêkaniyê qirkirina gelan e" hatin hildan. Meş ji çerxereya Osman Sebrî dest pê kir û li pêşiya navenda netewên yekbûyî veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê mîtîng dest pê kir.   'Gelê me li hember vê dagirkeriyê sekna xwe ya şoreger da nîşandan'   Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Welîda Botî axivî û got: "Qonaxa ku îro em tê de derbas dibin dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Şerê dagirkeriya dewleta tirkiyeyê li ser herêmên me, pilanên ku îro roj li ser qirkirina gelan pêk tînin ji tevahî cîhanê re hatiye eşkerekirin. Gelê me li hember vê dagirkeriyê sekna xwe ya şoreşger da nîşandan. Dewleta tirk zarok, jinan û siyasetmedara qetil dike, lê ev yek wê tu carî me netirsîne û nehêlin em gavan paş de bavêjin. Ew amadekariyên parçekirina Sûriyeyê dikin. Parçekirina gelên ku îro li van herêmên azad bi hev re dijîn armanca wa ye. Em dibêjin ku pilanên we bi bin ketin vîna me ji komkojiyên we mezintir e."   'Dengê azadî û tililiyên dayikan ji planên dagirkeriyê mezintir e'   Hevserokê Kantona Qamişloyê Efram Ishaq jî di nava axaftinên xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: "Di nava vê fermana demê de, şoreşa gelan bi destê dagirkeriya tirkiyeyê hat hedefgirtin. Dewleta tirk armanca ew e ku hemû cîhan têkeve bin kontrola wan. Em dibêjin dengê azadiyê û tililiyên dayikan ji pilanên we mezitir e. Em ê hemû netew bi hev re bi ser bikevin."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.         Gelê Navçeya Til Temirê êrîşên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin   Bi sedan şêneyên Navçeya Til Temirê li Saziya Malbatên Şehîdan hatin gel hev û li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan û soza parastina xaka xwe nû kirin.   Bi dirûşma "Na ji dagirkeriya dewleta tirk" bi sedan şêniyên Navçeya Til Temirê meşek girseyî li dar xistin. Gel wêneyên jin û zarokên ku di şerê Serêkaniyê bi çekên qedexekirî ya fosforên sipî hatin qetilkirin û bi pankartên bi nivîsa "Tirkiyê tunekirina çand û hebûna gelan e" hatibû hildan. Meş ji saziya Malbatê Şehîdan a Navçeya Til Temirê dest pê kir û di kolana Peymangeha Ziman derbas bû û li ber navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk veguherî mitîngê.   'Dem dema yekîtiyê ye'   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir axivî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî bê exalq dest pê kir. Ji destpêka Şoreşê ve bi navê DAIŞ’ê jin û zarokan qetil kir. Piştî ku DAIŞ ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hat tunekirin, îro bi rûyê xwe eşkere û bi çekên kîmyewî di 9’Cotmehê de li dijî hebûna gelan şerekî mezin da destpêkirin û bi hezaran jin û zarok koçber, birîndar û şehîd bûn. Li hember kiryarên dijmin bang li tevahî jinan dikim ku bibin yek û li dijî dagirkerî û qetlkirina zarok û jinan bêdeng nemînin."   'Jin pêşenga berxwedanê ye'   Gulîxanê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: "Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jina azad hat destpêkirin. Di şerê li hember terorê de jin xwedî rolek pir girîng e û ji bo parastina xak û gelê xwe canê xwe feda kir. Ji Arînan heta Barîn, Avesta û Hevrînan asta berxwedanê bilindtir bû. Bi pêşengtiya jina azad û berxwedêr dê serkeftin were bidestxistin."   'Em dev ji axa xwe bernadin'   Gulîxanê got: "Çawa me bi hêz û îradeya xwe DAIŞ têk bir, em ê dagirkeriya dewleta tirk ku pêşengtiyê dide şaneyên razayî yên DAIŞ’ê têk bibin û jiyanek azad li ser rûyê erdê bijîn."   Gulîxanê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku bêdeng nemînin û qetilkirina zarok û jinan bisekinînin."   Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana rûmetê" bi dawî bû.