Meclîsa Navçeya Ehrezê meşek li dijî êrîşan li dar xist 2019-10-23 15:15:53   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclîsa Navçeya Ehrezê meşek bi dirûşma "Ji faşîzim û dagirkeriyê re na" li dar xist.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclîsa navçeya Ehrez bi tevlîbûna gelê Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên sivîl meşek bi dirûşma "Ji faşîzîm û dagirkeiryê re na" li dar xist. Meş li qada navçeya Ehrezê dest pê kir heta Goristina Şehîdên Berxwedana Serdemê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê, sivîlên jiyana xwe ji dest dane û birîndar, alên YPJ/YPG'ê QSD'ê û bi pankarta bi nivîsa " Na ji Erdoganê qirker re", "Dagirkirina Rojava qirkirina mirovahiyê ye, xwedî li mirovahiyê derkevin" û "Qirkirina şaristaniyê, qirkirina gelan e" hatibû hildan.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, ji hêla Endama Meclîsa Ehrez Ronahî Oso daxuyanî hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Rojhilata Navîn şerê cihanê yê sêyemîn dijî. Ji ber ku ev şer ji aliyê Modernîteya Kapîtalîst ve tê birêvebirin. Bi taybet bi piştgiriya dewleta tirk rêxistinên wekî DAÎŞ û El Kaideyê êrîşî wekheviya gelan dike. Deskeftiyên ku gelê li Rojava û Sûriyeyê bi dest xistin, di 9 salên aloziya Sûriyeyê de ne li gor hesabên dewleta tirk bû. Ji bo vê jî êrîşên xwe dest pê kir.  Di milê guhartina demografîk, astengkirina jiyana asayî ya gelê Efrînê bi hemû şêwazan kiryarên dijmirovahî êrîş meşand. Piştre jî li Rojhilatê Firatê gef xwarin û êrîş kirin bêyî ku raya giştî ya cihanê bersiv bide û rê li pêşiya van êrîşên hovane bigirin dewam kir.   Berxwedan wê bi her awayî bidome   Îro berxwedana lehengên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Di dema ku hemu hêz û dewlet li hember bikaranîna çekên giran û ên qedexekirî tenê di çerçêveya daxuyaniyên şermok de dimînin û tu gavên pratîk nehatin avêtin avêtin. Îro ev berxwedan wê bi her awayî bidome û xurtir bibe.   Êrîş asta tekoşîn û berxwedana me mezintir dike   Îro gel tê qetilkirin û berpirsyartiya vê qetilkirinê dewleta Emêrîka û hevkarên wê yên Ewropî ne bi taybet Trump ê ku wijdana xwe bi peran firot. Em weke gelê Şehba û Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe em vê leyistokê şermezar dikin. Ev êrîş wê berxwedan û asta tekoşîna me zêdetir bike. Wê vîna misogeriya serxwebûna me bilindtir bike. Em ê heta dawî li hember vê polîtîkeya qirkirin û imhakirinê li ber xwe bidin heta ku em digihêjin mafê xwe."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.