ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-24 09:00:00   * Ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran şêniyên Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûn. Jinên Serêkaniyê gotin:"Dewleta tirk em koçber kirin, çeteyên xwe anîne ser malên me. Em dixwazin vegerin hêlîna xwe Serêkaniyê ya bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin." DÎMEN HEYE   *Di encama êrîşên dewleta tirk de Sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Meryem li ser Hevrînê klam çêkir û got ku ew ê  komkujî û xiyaneta li Rojava hat kirin bi klamên xwe zindî bihêlin. DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê ya Rihayê Emîne Tekîner diyar kir ku kampanya wan ya ‘tu jî rabe ser piyan’ ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibîne û diyar kir ku armanca wan ev e ku mekanîzmayeke parastina cewherî ya ku cîhanê dihejîne pêş bixînin. DÎMEN HEYE   *Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê di sibata 2017’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û bi qedexeyê re di pevçûna hatibû jiyîn de welatî bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û 13 rojan di bin çavan de mabûn. Di doza ku hatibû vekirin de welatiyên rastî îşkenceyê hatibûn, bi ser ketin.   *Pispora DÎSK-AR Denîz Beyazbulut diyar kir ku ji ber krîza aborî li Tirkiyeyê betalî zêde bûye û got di dema krîzan de betaliya jinan du car zêde dibe, ji 2005’an heta niha betaliya jinan bi rêya ji sedî 41.2 derketiye asta herî jor.   *Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê bertek û nêrazîbûn berdewam dikin. Jinên Erdîşê nêrazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûm dan û gotin ku wê roj were ew zilma îro dê bibe roja hesabpirsinê.  DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Erdîşê Yildz Çetîn ku cara duyem qeyûm tayînê şûna wê bû, ji roja ketiye nava siyaseta Kurd bû hedefa zîhniyeta serdest ya mêr. Yildiz ya girtîgehê de ma, der barê wê de dehan doz hene û tevî vê bi pergala hevsrokatiyê jin xist navenda jiyana xwe. Yildiz ku di binçavan de qeyûm tayînê şûna wê bû ji bo hevalên xwe wiha got: “Moralê xwe xera nekin. Qeyûm tayîn kirine, bi girtina min xwestine hincetê ava bikin.”   *Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku ji bo di serî de Rusya û DYA hêzên biyanî destê xwe ji herêmê bikşînin, Tirkiye nebe hevkarê dagirkirina Sûriyeyê, hêzên xwe yên leşkerî bikşîne û divê têkoşînek bi biryar bê meşandin. BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku sedema êrîşên Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev e ku destkeftiyên jinan û jiyana wekhev a li Rojava rejîma yek kesî nerehet dike û got: “Hemû cîhan dizane ku hedefa esas modela rêveberiya demokratîk û guhertina avabûna demografîk e. Ev jî sûcê mirovahiyê ye.” BI DÎMEN   *Li dijî destesekirina şaredariyên HDP’ê bertek û nêrazîbûn berdewam dikin. Jinên Erdîşê nêrazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûm dan û gotin ku wê roj were ew zilma îro dê bibe roja hesab pirsinê. BI DÎMEN    *Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiyê, di 9’ê Cotmehê de maşîneya zirxî ya polîsan li zarokê bi navê Hamza Ogdem ê 7 salî qelibî û ji nigê xwe yê rastê birîndar bû. Hamzayê ku heta niha carek hat emeliyatkirin hîn rîska wî ya seqet bibîne heye. BI DÎMEN