'Ne alîkarî, em hêlîna xwe Serêkaniyê dixwazin' 2019-10-24 09:02:37   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran şêniyên Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûn. Jinên Serêkaniyê gotin:"Dewleta tirk em koçber kirin, çeteyên xwe anîne ser malên me. Em dixwazin vegerin hêlîna xwe Serêkaniyê ya bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin."   Di  9'ê Cotmehê  de dewleta tirk tevî komên girêdayî xwe êrîşî Serêkaniyê û bajarên seranserî sînorê Bakurê Sûriyeyê kirin. Di encama êrîşê de jin û zarok, ciwan, rûspî şehîd û birîndar bûn. Bi hezaran kes jî ji ber tank, top û balafiran koçî deverên din ên weke Til Temir, Hesekê û Qamişloyê kirin.    Hejmarek li ser riyan di nava zeviyan de bi cih bûn, hin jî li gel malbat û mirovên xwe hinek ji wan jî li dibistanan belav bûn. Ji ber zêdebûna hejmara koçberên Serêkaniyê derfetên ku tên pêşkêşkirin têrê nake.    'Erdogan dixwaze Kurdan qir bike'   Şêrîn Fetah ji gundê Hewarna yê Serêkaniyê ye, ji ber topên dewleta tirk neçarî koçber bûye wiha dibêje:"Em ji ber balafirên dewleta tirk koçber bûn. Dewleta tirk û çeteyên wê mal û milkên me wêran kirin. Erdogan dixwaze gelê Kurd qir bike."   'Serêkaniyê çavkaniya aramiyê niha vediguherîne dojehê'   Fexriya Hemîd ji Serêkaniyê ev 13 roj in li dibistanê bi cih dibe ev yek anî ziman:"Jiyana me ya berê ya Serêkaniyê gelekî xweş û aram bû. Hemû netew bi hev re dijiyan. Niha dewleta tikr û çeteyên wê jiyana me kirin dojeh û em ji ser xaka me koçber kirin. Niha em li dibistanan di nava şertên zor de bi komî dijîn. Rêveberiya Xweser bi me re alîkar in, lê em dixwazin vegerin warê xwe. Em mala xwe ji tu kesên xerîb re nakin war û nahêlin çeteyên dewleta tirk bi malên me şa bibin. Em nêzî 3-4 rojan di van zeviyan de bê av û xwarin man. Tu zehmetî li ber çavê me nîne, hemû bendewariyên me ji bo vegera warê me ye. Tevî ewqas zehmetî em dixwazin vegerin Serêkaniyê. Ger bê xwestin em ê canê xwe û hemû tiştên xwe di berdêla axa xwe de bidin. Em axa xwe ji tu biyaniyan re nahêlin. "   'Dewleta tirk hêza dagirkerî û diziyê ye'   Şêrîn Xelîl wiha got:"Em xelkê Serêkaniyê yê resen in. Me ev welat ava kiriye û parastiye. Bi çi mafî çeteyên dewleta tirk ên ku li Tirkiyeyê perwerde bûne dê bên û li ser xaka me ya pîroz bi cih bibin. Mal û milkên me mirîşk, çêlek û her tiştên me dizîn. Ev in yên ku behsa aşîtiyê û aramiyê dikirin? Ev hêza dagirkerî û diziyê ye."   'Ma cîhan qêrîna jin û zarokên Bakurê Sûriyeyê nabhîsin'   Kemiya Lweyîd a ji taxa Mehetê a Serêkaniyê jî da zanîn ku çi kurd çi ereb êrîşa ku pêk tê li ser me hemuyan e û wiha dom kir:"Me her tişt li peyî xwe hişt û ji ber bombebarana balafiran ji tax û bajarê xwe derketin. Li Serêkaniyê,  jiyana me xweş bû lê piştî ku dewleta tirk û çeteyên wê hatin jiyana me tarî kirin. Dema ku dewleta tirk êrîş kirin hemû netew bi hev re dest girtin û negotin ev Kurd, Ereb ango Suryan e. Netewên Serêkaniyê yek in û tu ferq û cudahî di navbera wan de tune ye. Xwedê ji Erdogan re nehêle û xêrê jê re neşîne. Ma cîhan nabîne qeyî ker bûye û qêrîna jin û zarokên Bakurê Sûriyê nabihîsin. Em dixwazin vegerin xak û warê xwe, alîkariyê ji tu kesî naxwazin, xaka me ji alîkariyan girîngtir e."   'Sûriye kirine mîna nanekî û li hev par dikin'   Kemiyayê diyar kir ku Emerîka tevî Rûsiya jî xayîn in û wiha dawî li axaftina xwe:"Tu kes hevalê me tune ye. Hêzên navneteweyî li ser xwîna gelê Sûriyeyê bazaran dikin. Emerîka û Rûsiya jî xayîn in. Welatê me kirine mîna nanekî û li hev par dikin. Heger gelê Sûriyeyê nebin yek, em ê her tim bibin pariyê devê xelkê."   'Dewleta tirk kiryarên DAÎŞ'ê pêk tînin, çimkî yek in'   Xezal Dewrîş a bi xwe ji Kobanê ye lê li Serêkaniyê dijiya jî dibêje: “Em alîkariyê naxwazin. Welatê xwe azad dixwazin. Serêkaniyê bi xwîna zarokên me azad û ava bû. Em dixwazin vegerin cihê ji dayîkbûn û zanîna xwe. Em naxwazin çete welatê me dagir bikin. Weke Efrîn û Şengalê dê keçên me bifroşin û tecawiz bikin. Ji ber wê em dixwazin dagirker ji Serêkaniyê derkevin. Em naxwazin kêliyên DAÎŞ'ê bi me da jiyîn, dîsa dubare bijîn. Ne alîkarî, em hêlîna xwe Serêkaniyê dixwazin."