Yildiz Çetîn ya cara duyem qeyûm tayînê şûna wê bû: Wijdanê min rehet e 2019-10-24 09:14:40   WAN - Hevşaredara Erdîşê Yildz Çetîn ku cara duyem qeyûm tayînê şûna wê bû, ji roja ketiye nava siyaseta Kurd bû hedefa zîhniyeta serdest ya mêr. Yildiz ya girtîgehê de ma, der barê wê de dehan doz hene û tevî vê bi pergala hevsrokatiyê jin xist navenda jiyana xwe. Yildiz ku di binçavan de qeyûm tayînê şûna wê bû ji bo hevalên xwe wiha got: “Moralê xwe xera nekin. Qeyûm tayîn kirine, bi girtina min xwestine hincetê ava bikin.”   Yildiz Çetîn ji hemşîretiyê îstîfa kiribû û ketibû nava siyaseta Kurd. Di 2009’an de li Wanê wek endama meclîsa DTP’ê dest pê kir. Di 2014’an de bû hevşaredara DBP’ê. Yildizê projeyên jinan pêk anîn û jin tevlî jiyanê kir, di hemû yekîneyên şaredariyê de pergala fermuarê pêk anî.   Yildizê şaredariya di esasa jinê de li Payîzava xist jiyanê. Porojeya wê ya der barê jinan Kooperatîfa Jinan a Xwesor bû. Bi vê aboriya jinan hedef kir. Di bin koperatîfê de qurs vekir û sera ava kir. Bi jinan re berhem hilberand.    Gelek lêpirsîn der barê wê de hat vekirin   Yildizê di pêvajoyek kurt de gelek proje xist jiyanê. Bi talîmata qeyûm tayînê şûna wê hat kirin. Piştî vê di 2017’an de meha nîsanê de hat girtin. 7 meh şûnde hat tahliyekirin û der barê wê de gelek lêpirsîn hat vekirin.   Piştî Payîzava, li Erdîşê di dilan de cih girt   Yildiz di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de wek hevşaredara Erdîşê ya Wanê ji sedî 49,71 deng girt. 8 mehan xizmet meşand.Yildizê ku serî li dijî zextên desthilatdariyê netewand û xebatên xwe meşand, tevî ku dizanibû wê qeyûm bê şûna wê, peywira xwe bi layîk anî cih.   ‘Wijdana min rehet e’   Yildizê wiha got: “Dilê min rehet e. Min di demek kurt de gelek proje xist jiyanê. Min wek şaredariya HDP’ê carek din ji gelê Erdîşê re siyaseta herêmî ya partiya xwe ispat kir. Qeyûman tayîn dikin bila bikin. Wijdana min rehet e.”   Di 15’ê Cotmehê de hevşaredarên Nisêbîn, Gever,Colemêrg û Erdîşê hatin binçavkirin. Hevşaredara Erdîşê Yildiz jî dosya wê biryara veşariyê anînê. Pêvajoya binçavkirina wê dirêj kirin û bêyî ku îfadeya wê bê girtin qeyûm tayînî şûna wê kirin. Piştî 8 rojan şûnde bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. Hat hînbûn ku Yildiz ku hîn bûye qeyûm tayînê şûna wê bûye, ji hevalên xwe re gotiye:Moralê xwe xera nekin. Ger ez bihatama berdan ez ê matmayî bimama. Qeyûm tayîn kirine. Bi girtina min divê hincet ava bikirana.”