Li Hewlêrê jinan piştgirî dan kampanyaya 'Hewara Nîştiman' 2019-10-24 11:46:53   HEWLÊR - Di 18’ê vê mehê de li bajarê Hewlêrê kampanyaya bi navê Hewara Nîştîman a alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin. Jinên ku piştgirî dan vê kampanyayê gotin:"Divê em di rojên xweş û dijwar de li hev xwedî derkevin û hêza yekîtiya xwe xurtir bikin."   Di 18’ê vê mehê de li ber deriyê Parqa Şanader a bajarê Hewlêrê kampanyaya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Hewara Niştîman’ ji aliyê hejmarek rewşenbîr û jinên çalakvan ên bajarê Hewlêrê û derdorên wê, ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê dest bi alikariya komkirinê hat kirin. Pêwistiyên wekî xwarin, derman, cil û berg hatin komkirin. Kampanyaya Hewara Nîştiman ev hefteyeke ku dewam dike. Kampanayaya bi navê ‘Hewara Nîştiman’ wê heta roja şemî ya were berdewam bike. Wê di roja dawî ya kampanyayê de hemû kes kom bibin û êrişên dewleta tirk şermezar bikin û piştre jî wê ew alîkariya ku kom kirine radestî Heyva Sor a Kurdistanê bikin da ku bigihînin Rojavayê Kurdistanê. Jinên ku alîkariya kampanyayê kirin da zanîn ku ew ji dil vî karî dikin û gotin ji bo piştevaniya di navbera gelê kurd de xurt bibe pêdivî ji feraseta yekîtiyê heye.    'Eleqeyek mezin ji bo kampanyaya alîkariyê hat nîşandan'   Jina bi navê Suruşt Helebçeyî ku ev du roj in ji bajarê Silêmaniyê hatiye û beşdarî vê kampanyayê bûye wiha got:"Eleqeyek mezin ji bo kampanyaya alîkariyê hat nîşandan. Mêrekî dema mûçeya xwe wergirt bexşî vê kampanyayê kir, da ku bigihêje Rojava. Ev eleqeya ji bo piştevaniyê gelek baş e."   'Em hevkarî  û pîştivaniya gelê Rojava dikin'   Taha Ebdulah yek ji hemwelatiyên ji navçeya Kesnezan a ser sînorê Hewlêrê ye û hatiye beşdarî kompanya alîkariyê bûye wiha dibêje:"Ez gelek keyfxweş im ku beşdarî kampayaya alîkariyê bûme. Kêm jî be ez ê alikariyekê bikim. Ez hevkariya xwe û pîştivaniya gelê Rojava dikim.”   'Pêwîst bike em ê wextê kampanyayê dirêj bikin'   Hawjîn Hadî yek ji rêveberên bê kampanyayê ye û wiha got: “Hejmarek ji vê kampanyayê derman kom kirine, ger pêwîst bike em ê wextê kampanyayê dirêj bikin. Heta ku em bikaribin hîn zêdetir alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê kom bikin, em ê bixebitin. Divê em di rojên xweş û dijwar de li hev xwedî derkevin û hêza yekîtiya xwe xurtir bikin. ji bo piştevaniya di navbera gelê kurd de xurt bibe pêdivî ji feraseta yekîtiyê heye. "