'Em ê bi hev re destkeftiyên xwe biparêzin' 2019-10-24 12:48:08   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên ku beşdarî konê çalakiyên mertalên zindî bûne wiha helwestên xwe anîn ziman û gotin: "Em ê hemû pêkhate bi hev re sîstema dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wî hilweşînin û destkeftiyên xwe biparêzin."   Konê çalakiyên mertalên zindî ku li navçeya Çelebiyê bi armanca  parastina ax û rûmeta xwe li dijî êrîşên dewleta tirk hatibû vedan di roja xwe ya çaremîn de didome. Di 11'ê Cotmeha 2019'an de konê çalakiya mertalên zindî li pêşiya navenda koalisiyonê hatibû vedan. Piştî ku hêzên koalîsyonê ji herêmên Bakurê Suriyeyê derketin, dewleta tirk ev herêmana bi balafir û çekên giran topebaran kirin. Ji neçarî gel navber dabûn çalakiyên xwe piştî navberek demkurt niha konê mertalên zindî cihê wê hate guhertin û niha li qada Şehîd Gelhat li navçeya Çelebiyê ku girêdayî Kantona Kobanê ye hatiye vedan. Di vê çarçoveyê de jinên ku beşdarî konê çalakiyên mertalên zindî bûn wiha nêrîn û helwestên xwe yên li dijî dewleta tirkan bi ajansa me re parve kirin.   'Tu hêz nikarê me ji hevdu qut bike'   Rojîn Salim a ji pêkhateya Ereb e bal kişan ser yekitiya pêkhateyan û wiha dirêjî da axaftina: "Êrîşên ku dewleta tirk û çeteyên wê bi serê me de anîn êrîşek giran bû, lê ev êrîş nikare vîna me bişkîne. Êm ê tu carî dest ji mal û axa xwe bernedin, berovajî wê em ê heta dawiyê di berxwedanê de bi israr û bi biryar bin. Em hemû pêkhate yek in û em bi hev re biryaran didin. Ji destpêka dîrokê de em ev gelan li ser vê xakê bi hev re dijîn û em ê bi hev re jî jiyanê bidomînin. Wê tu hêz nikaribin me li ser vê xakê ji hev qut bike. Hêza dewleta tirk a dagirker jî wê nikaribe me ji hevdu qut bike. Dewleta tirk û çeteyên wê li gundê Dadat ku girêdayî Girê Spî ye komkujî li ser gelê Turkman da meşandin. Ev dide diyarkirin ku carek din DAIŞ'ê bi destê dewleta tirk derdikeve holê û wê li serê cîhanê hemûyê bibe bela."   'Erdogan û çeteyên xwe di bin navê herêma ewle de komkujiya mirovahiyê dikin'   Fatme Osman jî  êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk û çeteyên wê di bin navê herêma bi ewle de êrîşî gelê sivîl dike û komkujiyan pêk tîne. Me hemûyan dît ku bi bombebaranên li bajarê Serêkaniyê, çekên qedexekirî ya fosfora spî li ser gel û hemû candarê di wir de hatin bikaranîn. Mirov li wir sax şewitîn, însan di bin kavilên xirabe de man, bedenên mirovan parçe parçeyî bûn. Li Cizîra Botan dayika bedenên zarokên xwe di sarincan de veşartin, li vê derê jî dayikan bedenê zarokên xwe yên şewitî û parçe parçebûyî li ser destên xwe li kolanan gerandin. Yê ku van kiryaran dike hemû jî dewleta tirk a dagirker e. Her wiha bi hezaran zarok bê xwendin dimînin. Mirov yan wê ji malên xwe koç bikin, yan jî wê weke gundê Mişrefa ya Serêkaniyê di bin kavilên xaniyan de bimînin. Me bi bedelên giranbuha herêmên xwe hemû ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn îro jî bi destê serokçeteyê DAIŞ’ê Erdogan car din herêmên me tên dagirkirin. Em dibêjin hûn çi ji me dixwazin û çima welatê me dagir dikin? Ev ax ya me ye û me bi xwîna şehîdên xwe ev ax rizgar kirye em xwediyê vê axê ne û em ê li ser bijîn. Kiryarên ku Çeteyên DAIŞ'ê li Reqa li ser gel didan meşandin îro car din li Girê Sipî dubare dike û çarşevên reş li jina dike û jiyanê li mirovan qedexe dike. Ma ev e herêma bi ewle û kaniya aştiyê?”