Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin 2019-10-24 20:15:58   STENBOL - Parêzeran ji bo bi muwekîlê xwer Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzer Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Blîmez ji bo bi mûwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin vê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Ûysal û Rezan Sarica piştî 8 salan şûnde 2’yê Gulanê, 22’yê Gulan, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxê bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.   Piştî serlêdana  7’ê Tebaxê û şûnde hemû serlêdên parêzeran bi hincetên vala hatin redkirin.