'Em ê xwedî li Berxwedana Rûmetê derbikevin' 2019-10-24 20:16:43   ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê  bi meşeke meşaleyî û bi dirûşma "Ji faşizim û dagirkeriyê re na" li dijî êrîşên dewleta tirk, li gundê Til Qireh ê Şehbayê meşiyan.   Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilata Sûriyê û piştgiriya berxwedana rûmetê meşa meşaleyî li gundê Til Qireh ê Şehbayê hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Rêber Abdullah Ocalan, birîndarên berxwedana rûmetê û pankertên bi nivîsa "Erdogan qatîlê  zarokan e","Ji dagirkeriya kujeran re na"  hatibû hilgirtin.    Meş ji destpêka gund heta qada Meclîsa Malbetên Şehîda berdewam kir û piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrînê Rêgaz Hemo ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk û komên girêdayî wê li kêlek komkujiyan çekên qedexe kirî ya fosforê sipî jî li dijî gelê sivîl bi kar anîn, hemû bûyerên dij mirovahî ku hatine jiyîn bi xapandin û bêdengiyeke hevpar tên pêşwazîkirin. Li hember vê rewşa giran bertekên mezin pêwist dikin. Ji bo vê yekê em weke ciwan em ê hesabê xwîna pakrewanên xwe bixwazin. Wek ciwan bi hemû pêkhateyên xwe em tevlî seferberiyê dibin û xwedî li Berxwedana Rûmetê derdikevin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.