Jinên Serêkaniyê: Êrîş li ser deskeftiyên Rojava ye 2019-10-25 09:02:17   Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran welatiyên Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûn. Jinên Serêkaniyê yên koçber bûn gotin: "Senaryo ya Şengalê dubare dibe. Dewleta tirk û DAIŞ yek in. Em ê jin li hemberî kirinên wan ên dermirovî zarok û axa xwe biparêzin."   Di 3'ê yê tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Di encamê de bi sedan jin û zarokên Êzidiyan hatin qetilkirin û revandin. Bi heman hovîtî û devxwîniyê êrîşî Kobanê jî kirin. Li wê rastî berxwedana YPG  û YPJ’ê hatin û têk çûn. Di roja me ya îro de jî bi komployek hevbeş ya di navbera Emerîka, Rusiya û Tirkiyê de  hat despêkirin êrîş li dijî Rojava hat kirin. Roja wê jî ne tesaduf bû di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk tevî komên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û bajarên seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama êrîşê de gelek sivîl, di nav de jin û zarok şehîd û birîndar bûn û bi hezaran jî ji ber tank, top û balafiran koçî deverên weke Til Temir, Hesekê û Qamişloyê bûn.   'Li Kantona Hesekê 45 dibistan ji koçberan re hatine vekirin'   Rêvberiya Xweseriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bicihkirina hejmarek mezin ji koçberên serêkaniyê, Girê Spî û hin herêmên din ên sînor, ku ji ber topbaran û bombebarana balefirên dewleta tirk û komên girêdayî wê neçarî koçberiyê bûn. Ji bo bicîhkirina koçberan 45 dibistan li Kantona Hesekê hat vekirin, 4 dibistan jî li navçeya Til temirê hat vekirin.Jinên ku ji Serêkaniyê koçberî navçeya Til Temirê bûn ji ajansa me re axivîn û gotin:"Di nav şer de jin tê qetilkirin û hedefgirtin. Lê me serî netewand û me li berxwe da."   'Komkujiya nijadî dikin'   Yek ji koçberên Serêkaniyê  Xerîba Îsmayîl a 52 salî ye kêliyên balefiran derdorê wan gulebaran dikirin û çawa ji malê derketine wiha anî ziman: "Em bi zehmetî ji bin tank, top û balafirên artêşa tirk û çeteyên wê reviyan û ber bi navçeya Til Temir ve hatin. Artêşa tirk û çeteyên wê bê wicdan in, zarokê me qetil kirin. Ew çeteyên DAIŞ’ê ne jinan direvînin, malan talan dikin û komkujiyan pêk tînin. Çawa li Şengalê bi navê DAIŞ’ê êrîşî jin û zarokên Êzîdiyan kirin, îro bi rûyê leşkerên tirkan êrîşî jinên Kurdan dikin û komkujiya nijadî dikin. Ew neyarê me kurdan in û heta zarokek me jî sax bimîne dê bi çavsoriya dijminane êrîş bikin.”   'Di şexsê jina Kurd de dixawzin îradeya jinan tune bikin'   Jina bi navê Necah Elî (35) jî da zanîn ku dijmin di şexsê jina Kurd de dixwaze îradeya hemû jinan bişkîne û wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de jinên Kurd di her qadê de xwedî rolek pir girîng bûn. Jina kurd pêşenga şoreşê ye. Hemû pêkhate hêza xwe ji jina Kurd digire. Lewma îro dijmin jina Kurd wekî xeteriyek li ser sîstemên xwe dibîne .”   'Hedefgirtina jinan hedefgirtina civakê ye'   Necahê di dewama axaftina xwede got: "Ji bo ku mirov civakekê zane bike, pêwist e jin di wê civakê de azad be. Ji bo wê jî di şexsê jinan de zarokan û hemû civakê hedef digirin. Ew dixwazin di kesayeta jinê de civakê tune bikin û têxin bin zihniyeta bavksalarî ku tu mafê xwezayî yê jin û civakê tune be. Em dibînin li Girê Spî careke din çeteyên artêşa tirk cilên reş li jinan dikin û dixwazin jiyana jinan tune bikin."   'Êrîş li ser deskeftiyên Rojava ye'   Gulê Bedran (43) jî bang li tevahî jinên cihanê kir ku ji bo parastina jinên Rojava rabin ser piya û wiha axivî: "Êrîşên ku li ser Rojava tê kirin hemû jî li ser deskeftiyên  gelê kurd e. Ev deskeftî jî bi pêşengtiya jinê hatin bidestxistin û yê ku xwedî li van deskeftiyan derkeve û parastina wê bike jin e. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku bibin yek û bi hev re deskeftiyên Rojava biparêzin. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku rê li ber qetilkirina jin û zarokan bigirin."