‘Ev ne şer an jî agirbest e, ev komployek li dijî Kurdan e’ 2019-10-25 09:04:53   Fîlîz Zeyrek   EDENE- Jinan diyar kirin ku êrîşên li hember Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, ev êrîş bûne sedema bidawîbûna jiyana sedan sivîlî û her wiha li Tirkiyeyê jî zextên li hember gel didomin. Jinan wiha gotin: "Kurdan li ser axa wan qetil kirin. Hewl didin vê jî wek şerekî mafdar nîşan bidin. Ji me re dibêjin ‘bêdeng bin’. Malbata me, xwişk û birayên me li wir in. Em çawa bêdeng bimînin."   Êrîşên ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin di roja 17’emîn de berdewam dikin û tevî biryara agirbestê ya DYA û Tirkiyeyê di 17’ê cotmehê de ya ji bo 5 rojan hat girtin, jî êrîşan berdewam kir. Jinan tevî hemû astengiyan bertekên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman.   ‘Ev komployek li hember Kurdan e’   Gule Demîr daxuyakirin li her çar parçeyê Kurdistanê wan dikujin û got: “Em ê her tim aştiyê biparêzin. Li herêmên Serêkaniyê, Tirbespiyê, Kobanê û Cizîrê, dewleta Tirk bi tanq û topan êrîş dikin û li aliyê din jî bi çekên kîmyewî mirovan dikujin. Em li dijî vî şerîn e. Yên biryara agirbestê girtin, bombebarankirina li hember Kurdan didomînin. Dibêjin ku agirbesta 5 rojan îlan kirine. Lê hemû derew e. Fuze û bombeyên ji balafirên ji barageha hewayî ya Încîlîkê tên avêtin li nokteyên ku gel lê ne dikevin. Ev ne şer an jî agirbest e, ev komployek li dijî Kurdan e.”   ‘Malbata me tê tunekirin, ji me re dibêjin bêdeng bin’   Zere Bayram jî destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji malbata wê jî kes li wir hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li wir xal, xaltî û apên min hene. Bi rojane em agahiyê ji wan nagirin. Em bi fikar in. Ev çi rewşek bi xof e hûn dizanin? Malbata me li wir e, xwişk û birayên min li wir in, lê dibêjin bêdeng bin. Malbata me tê tunekirin em çawa nekevin fikaran, em çawa bêdeng bimînin.”   ‘Gelê Kurd neçar e xwe biparêze’   Berfo Kara jî berteka xwe bi gotinên ‘hewl didin baskên me bişkînin, zarok û jin dimirin’ û wiha pê de çû: “Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser axa xwe, bêyî zirarê bidin kesî dijîn. Tirkiye jî di bin navê ‘ewlehiyê’ de êrîşê destkeftiyên gelê Kurd dikin. Rojava axa kesên li wir dijî ye. Gel gelek li ser axa xwe rastî zilmê tê, ew gel jî neçar e xwe li dijî dagirkirinê biparêze. Tirkiye bi tanq, topan hewl dide axa wan dagir bike. Bêguman ew jî wê axa xwe biparêzin.”   Kadiye Avci jî bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku gelê Kurd ji cihê wan bê kirin û wiha pê de çû: “Kurdan çeteyek wek DAIŞ’ê qedand. Cîhan ji wan parast. Lê cîhanê ew terk kirin. Tenê hiştin. DAIŞ wê sibê derkeve holê. Di serî de Tirkiye wê hemû cîhan poşman bibe. Hîna ku dereng neketiye divê tiştek bê kirin.”