Meclîsa Jinên Sûriyeyê: Divê hesab ji kesên îşkence li Amara kirin bê pirsîn 2019-10-25 09:06:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Sûriyê sûc û êrişên li ser gelên Sûriyeyê bi taybet li ser jinan bi tundî şermezar kir û banga hesabxwestinê ji sûcdarên lîstina bi cenazeyê şervana YPJ'ê kir.   Meclisa Jinên Sûriyeyê têkildarî sûcên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kiryara lîstina bi cenazaya şervana YPJ'ê Amara daxuyaniyek niviskî weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi xwîneke sar û li ber çavê cîhanê ya ku ker û kor bûye komên terorîst ên girêdayî dagirkeriya tirk şervana YPJ'ê Amara şehîd xistin û bi cenazeyê wê lîstin. Mînakên vê sûc û kiryara li dijî mirovahiyê kêm in, lê ji bo komên terorîst ên alîgirên dagirkeriya tirk tiştekî ne nû ye, beriya wê li pêşberî her kesî Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef şehîd xistin û li Efrîna dagirkirî bi cenazeyê şehîd Barîn Kobanê lîstin."   Meclisa Jinên Sûriyeyê bi navê hemû jinan sûc û êrişên li ser gelê Sûriyeyê bi taybet sûcên li ser jinan şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û êriş û şer rawestînin.   Her wiha banga hesabxwestinê ji Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê kirin û got:  "Ji ber bêdengiya heyî ya li hemberî sûcên dagirkeriyê welatiyê Sûriyeyê Elî Wezîr li pêşiya Konseya Karûbarê Penaberan a NY'yê ya li bajarê Cinêvê agir berda benda xwe."