Rêxistina Sara: Kujeran radestî dadgehên navneteweyî bikin 2019-10-25 10:17:37   QAMIŞLO - Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser şervana YPJ'ê Amara şermezar kir.   Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser şervana YPJ'ê Amara Rênas şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku û ev kiryarên  dijmirovî, lewazbûn û tirsa dagirkeran ya ji vîna jina azad dide xuyakirin.   Daxuyanî wiha ye:    "Dagirkeriya dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkeriya li ser hemû exlaq, rêgez û zagonên navneteweyî ye. Bi êrîşa ku dewleta tirk li vê herêmê pêk anî, gelek komên terorîst û çete dest bi talanî û dizîya mal û milkên gelê Serêkanîyê û Girê Spî kirin. Her wiha bi kuştin, êşkence û darvekirinan dîsa derketin qadê. Dest bi êrîşkirina çekên kîmyewî yên ku li ser asta cîhanê qedexekirî ne, kirin. Ev komên çete, berî niha ev karên nemirovane li ber çavên hemû cîhanê û li gelek deveran bêyî ku stareke exlaqî û zagonî hebe, pêk anîn.    Duh Barîn bû îro jî Hevrîn û Amara ne   Kiryar û êrişên dewleta tirk, di van demên dawî de gelek caran dubare bûn. Bi taybet dema ku komeke çete ku di bin sîwana artêşa tirk de kar dike, bi cenazeyê şervana YPJ'ê Amara piştî ku li gundê Çelebîyê yê nêzî Kobanê şehîd ketibû, lîstin. Duh Barîn bû îro jî Hevrîn û Amara ne. Kujerên van jinan, li pêşîya çavên hemû cîhanê hovîtîya xwe wekî çawa berê bi navê Cebhet Elnusra û DAIŞ'ê dikirin niha jî bi navê qaşo Artêşa Neteweyî (Elceyş Elwetenî) dîsa jî van kiriyaran dubare dikin. Ev kiryarên hovane û dijmirovî, lewazbûn û tirsa wan ya ji vîna jina azad dide xuyakirin. Ev kiryarên hovane bi heman hişmendîyê, lê bi navên cuda tên kirin.    Kujeran radestî dadgehên navneteweyî bikin   Em jî bi navê Rêxistina Sara ya li dijî tundîya li ser jinê, vê berxwedana bi heybet a şervanên YPJ'ê pîroz dikin û van kiriyarên bêexlaqî yên ku ev komên çete pê radibin şermezar dikin. Her wiha banga xwe ji civaka navneteweyî û sazîyên ku bi navê mirovahîyê xwe didin naskirin re dişînin ku bi erka xwe rabin û li hemberî êrîşa dewleta tirk û çeteyên ku ji aliyê wan tên xwedîkirin, bisekinin. Van kiryarên wan ên ku li dijî mirovahîyê ne ceza bikin û kujeran radestî dadgehên navneteweyî bikin."