Dayikên Qamişloyê: Li hember dagirkeriyê nîşaneya me serkeftin e 2019-10-25 10:19:46   Roj Hozan   QAMIŞLO - Dayikên Qamişloyê yên ku nerazîbûna xwe li hember êrîşên dewleta tirk nîşan dan wiha gotin: "Şerê me şerê hebûn û rûmetê ye. Erdogan  nikare destdirêjiyê li ser rûmeta me bike. Nîşana me ya serkeftinê her tim bilind e. Wijdanê dunyayê li hember hovîtiya tirk bê deng e."   Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk êrîşî Rojava kir. Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava jinên Qamişloyê nerazîbûna xwe nîşan dan. Jinan gotin:"Li hember dagirkeriyê nîşaneya me serkeftin e."   'Ji bo Kurdistana azad divê em bedelên hîn mezin bidin'   Dayika bi navê Leyla Mûrad li ser êrîşên dewleta tirk wiha dibêjê: "Îro tevahî dunya li ser welatê me şer dike û êrîşî vîn û destkeftiyên me dikin. Êrîşên dewleta  tirk li ser herêmên me, ji hemû hovîtiya ku di dîrokê de  li me hatine kirin mezintir bû. Di vî şerî de her cureyên qirkirinê li ser me dan meşandin û vê carê çekên qedexekirî li ser me dan şuxilandin. Wijdanê dunyayê bê deng e. Dîsa kurdan di fermanan re derbas dikin, lê bila her kes bizanibe em bê deng nemane. Va ye îro li pêşiya çavê tevahî cîhanê em dîsa isbat dikin ku em xwediyê doz û azadiyê ne.  Her roj em zarokên xwe dikin bin axa pîroz. Ji bo Kurdistana azad divê em bedelên hîn mezin bidin."   'Em dayikên lehengan in, em ne terorîst in'   Dayika bi navê Xedîca Mihemed jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Di hizûra zarokên xwe yên pakrewan de em her roj soza xwe nû dikin. Dewleta tirk nikare dîsa dewleta xwe ya osmanî li welatê kurdan ava bike. Her roj Erdogan bang dike, kurd terorîst in, ma gelo  teroristbûn ew e ku mirov nehêlê kesên dagirker derbasî axa me bibin. Em ne terorîst in em dayikên lehingan e. Ez ji dewleta tirk re dibêjim heta ku Kurd hebin xeyalên te pêk nayên. Nîşana me ya serkefitnê her tim bilind e. Şerê me şerê hebûn û rûmetê ye. Tu nikarî destdirêjiyê li ser rûmeta me bike."