'Yekbûna gelan rêya azadiyê mîsoger dike' 2019-10-25 13:28:08   Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Jinên ku beşdarî meşa Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bûn nerazîbûna xwe li hember êrîşên li ser Rojava nîşan dan û wiha gotin: "Em ji bo aşitî, azadî û wekheviyê şer dikin. Me soz daye têkoşerên azadiyê û em ê tola wan hilînin û xwedî li axa xwe derkevin."   Bi pêşengtiya Kongreya Star a Efrînê bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe" meşek li dijî êrîşên dewleta tirk hat lidarxistin. Têkildarî mijarê jinên ku beşdarî meşê bûn nêrînên xwe parve kirin.    'Ev berxwedan wê berdewam bike'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Newroz Heşêm di derbarê meşa girseyî de wiha axivî: "Îro li her derê cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daketin qadan. Tevî ewqas nerazibûna gel dewletên navneteweyî bêdeng man, lê heta em axa xwe ji destê dijmin rizgar nekin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em dixwazin şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raweste û êrîşên dewleta tirk bi dawî bibe."   'Yekbûna gelan rêya azadiyê mîsoger dike'   Newrozê bang li tevahî mirovên aştî û azadiyê dixwaze kir û wiha got: "Dîroka dewleta tirk her reş bû. Ji dîrokê heta roja îro qirkirina gelan pêk aniye û îro jî berdewam dike. Niha jî Erdogan ji bo vegerandina dîroka osmaniyan rêbazê xwe didomîne. Em bang li tevahî mirovên aştîxwaz dike ku piştgiriyê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Yekbûna gelan li hember dagirkeriyê rêya azadiyê mîsoger dike. Em ji bo aşitî, azadî û wekheviyê şer dikin. Ji ber me soz daye têkoşerên azadiyê û em ê tola wan hilînin û xwediyê axa xwe derkevin."   'Bêdengiya navnetewî hovîtiya Erdogan zêdetir dike'   Dayika du pakrewanên azadiyê Amed û Rojhat, Hêvîn Mihemed a ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir wiha got: "Êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk di derheqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dike dijexlaqî û dermirovatiyê ye. Dewleta tirk di şer de çekên qedexekirî weke fosfora spî ya ku li ser gelê sivîl de bi kar anî bi taybet zarok hedef girt. Em piştgiriyê didin şervanên xwe yên ku gelê xwe ji faşîsta osmaniya nû diparêzin. Yekbûna navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan ên ku tevî rastiya dagirkeriyê dibînin û tu gavên pratîk ji bo gelê Sûriyeyê nekirine, ev bêdengî dihêle Erdogan zêdetir êrîşê me bike. Îro jî bi hovîtiyeke mezin nêzî cenazeyên şervanên me dibin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê hesab ji wan bipirsin."   'Berxwedan wê serkeftinê bi xwe re bîne'   Hêvînê teqez kir ku dewleta tirk û hevkarên wî kiryarên ku di derheqa gelê Sûriyeyê de bi kar aniye pêwist e hesap jê were xwestin û wiha pêde çû: "Dewleta tirk wê hesabê komkujî û kiryarên ku di derheqê gelê Sûriyeyê de kirî wê bide. Dema yek mirov welatên din tên hedefgirtin hemû cîhan radibin ser piyan, lê li dijî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû cîhan bêdeng maye û hemû vê komkujiyê temaşe dikin. Ev berxwedan wê helbet serkeftinê bi xwe re bîne. Bi yekîtiya gelan û bi destê şervanên me hemû herêmên hatine dagirkirin wê rizgar bikin."   'Ji bo rizgarkirina herêmên hatine dagirkirin her em ê di nava çalakiyan de bin'   Fîda Îsa jî helwestên xwe wiha anî ziman: "Heta dagirkeriya tirk li axa Sûriyeyê bi dawî nebe em ê her di nava çalakiyan de bin û dev ji berxwedana xwe bernadin. Em ê heta dawiyê şer bikin û cihê ku dewleta tirk dagir kiriye em ê yek bi yek jê bigirin. Em piştgiriyê didin hêzên xwe yên YPJ/YPG û QSD'ê yên ku li hember dagirkeriyê şer dikin û canê xwe feda dikin."    'Daxwaza me derxistina dewleta tirk e'   Endama Tevgera Kevena Zêrîn Tolîn Çolaq wiha got: "Meşa me ya îro bi daxwaza derxistina dewleta tirk a dagirker ji erdê Sûriyê ye. Em piştgirî didin Berxwedana Rûmetê. Em qebûl nakin ku dagirkeriya tirk derbasî xaka me bibe. Em ê weke jinên ciwan dê her di çalakiyan de bin heta em digihêjin armanca xwe."