3 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin 2019-10-25 13:38:08   NAVENDA NÛÇEYAN  - Piştî ku peywendî bi wan re qut bû hat zanîn ku komên girêdayî dewleta tirk ên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra tîmeke tendirûstiyê ku ji 3 kesan pêk tê li herêma Silûk a gundewarê Girê Spî, kuştin.   Navenda Çavdêriya Mafên  Mirovan a Sûriyê şehadeta 3 kadroyên tendirûstiyê di nava de du hemşîre belge kirin. Kadroyên tendirûstiyê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk li herêma Silûk a gundewarê Girê Spî ve, hatin kuştin.   Tê zanîn ku peywendî beriya çend rojan bi kadroyên tendirûstiyê re qut bûbû û çarenûsa wan ne diyar bû. Paşê hat diyarkirin ku komên çete ew kuştine û cenazeyên wan avêtine kanalîzasyonan.   Li ser toreyên tevna civakî gelek dîmen hatin belavkirin ku artêşa tirk ji Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra gelek sûcên şer û sûcên dermirovahî pêk anîne. Sûc bi rêya topbarana sivîlan, bi çekên qedexekirî, kuştina siyasetmedar û lîstina bi cenazeyê şervanan, pêk hatine.