Li Eyn Îsa şer giran e: 4 jê zarok 6 kes birîndar bûn 2019-10-25 14:45:15   EYN ÎSA - Artêşa tirk û komên girêdayî wê êrîşî gundên derdora Dibisê dikin û hewil didin rêya navendî bigirin bin kontrola xwe. Di encama êrîşan de jê 4 zarok 6 kes bi giranî birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Eyn Îsayê.   Di roja 9’ê Cotmehê de dewleta tirk û komên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ji bo demkî be jî ‘agirbest’ hatibû îlankirin. Hêzên QSD'ê li gorî agirbestê tev digerin û tenê parastinê dikin. Artêşa tirk û komên girêdayî wê ji roja destpêkê de heta niha êrîşan berdewam dikin. Ji îşkencekirina cenazeyan heta talana mal û dikanan hemû kiriyarên dermirovî dikin. Her wiha artêşa tirk û komên girêdayî wê êrîşî gundê Ricêmanê yê dikeve herêma Eynî Îsa yê kirin. Di encama êrîşan de jê 4 zarok 6 kes bi giranî birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Eyn Îsayê.   Di van kêliyan de êrîşî gundên derdora Dibisê yên herêma bajarê Eyn Îsa dikin û hewil didin rêya navendiya herêmê bigirin bin kontrola xwe.    Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya parastinê de bersivê didin û niha şer giran e.