Li Serêkaniyê şerekî giran diqewime 2019-10-25 16:23:03   HESEKÊ - Artêşa tirk û komên girêdayî wê agirbestê binpê dikin û bi çekên giran û bi koordineya balafirên keşfê êrîşî gundê Serêkaniyê dikin.   Artêşa tirk û komên girêdayî wê agirbestê binpê dikin û bi çekên giran û bi koordineya balafirên keşfê êrîşî gundên Til Diyap, Mişrefa Esediyê û Bir Nuh ên girêdayî Serêkaniyê dikin.    Şervanê QSD'ê li ser bingeha parastina rewa bersiva van êrîşan dide. Di van kêliyan de li herêmê şerêkî pir germ tê jiyîn.