Kongreya Star derbarê Çiçek Kobanê de daxuyanî da 2019-10-25 16:58:03   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava  di derheqê şervana YPJ'ê ya birîndarî esîr ket destê komên girêdayî dewleta tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.   Koordînasyona Kongreya Star a Rojava  di derheqê şervana YPJ'ê ya birîndarî esîr ket destê komên girêdayî dewleta tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em wek Kongreya Star bang li hemû raya giştî û hêzên navneteweyî dikin da ku li pêşiya van kiryarên qirêj û dijwar bêne sekinandin  û derbarê wan de biryarên pêwîst bêne girtin."   Dewama daxuyaniyê wiha ye:     "Weke ku tê zanîn, şerê hovîtiya dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî agirbestê hîn jî berdewam e û heta niha  êrîşên wan nehatiye sekinandin. Bi vê yekê ve girêdayî, di êrîşên xwe yên dijwar de her tim sûcên şer pêk anîne û di bin navê kaniya aşitiyê de xwîna gelên sivîl û zarokan bi awayekî hovane û bê exlaq dirjinîn. Di heman demê de bikaranîna fosfor û napalê ve jî zagonên navneteweyî jî binpê dikin û tu hiquqê navnetewî nas nakin. Di van kêliyan de sûcên giran ên şer ji aliye dewleta tirk û çeteyên wê ve wek metirsiyeke dijmirovatiyê pêk tîne û ev sûcan  hîn jî dom dike.   'Mafê jiyana mirovan a şervana YPJ'ê ji destê wê tê girtin'    Niha jî şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê bi awayekî birindar bi saxitî ketiye destê çeteyên girêdayî dewleta tirk û ev yek weke tahlûkeyek herî mezin li pêşiya jiyana şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê disekine. Ji ber ku beriya demekê pêkanînên çeteyên dewleta tirk, ên li ser cenazeyên şervana YPJ'ê Amara Rênas tê zanîn û ev yek binpêkirina mafê jiyana mirovan û sûcên şer e  radixe berçavan. Di heman demê de dîmenên qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef jî bi ispatkirî li ber çavê hemû cihanê pêk hatiye. Van kiryarên qirêj ên di bin navê kaniya aşitiyê de gelek fikar û metirsiyan li ser jiyana hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide avakirin.   'Pêwist e şervana YPJ'ê Çîçek ji destê wan hov û barbaran bê derxistin'    Jiber vê, divê ji demek zûtir hemû hêzên navneteweyî û cihanê ji van pêkanîna sûcên şer ên ji aliyê dewleta Erdogan û çeteyên wî ve pêk tên, bidin sekinandin û kiryarên pêwîst di derbarê wan de bê girtin. Di heman demê de pêwîst e şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ji destê wan hov û barbaran bê derexistin û bê xilaskirin. Ji bo wê jî em wek Kongreya Star bang li hemû raya giştî û hêzên navneteweyî dikin da ku li pêşiya van kiryarên qirêj û dijwar bêne sekinandin  û derbarên wan de biryarên pêwîst bêne girtin. Her wiha pêwîst e hikûmeta Erdogan rewşa şervana YPJ'ê Çîçek bi awayekî lezgîn ragihîne ev şervan hîn dijî yan na. Ji ber ku çeteyên dewleta tirk di dîmen de dibêjin em ê wê serjê bikin û dirûşman berz dikin.     'Qirkirin û dagirkeriyê lenet û şermezar dikin'   Em wek Kongreya Star, hemû pêkanîn û êrîşên dijwar ên dewleta tirk û komên girêdayî wê, şermezar dikin û tu carî serê xwe li hemberî van pêkanînan natewînîn û berxwedana jiyana hemû gelê heremê geştir û mezintir dikin û diparêzên. Li ser van esasan em wek Kongreya Star, careke din bang dikin û li hemberî tahlûkeya jiyana şervana YPJ'ê bangewaziya bilindkirina dengên mirovatiyê û mafê jiyanê dikin. Bi hêviya ku ji vê dengê mafê jiyanê re, hemû raya giştî û hêzên cihanê, bertek û dengên xwe bidin diyarkirin û vê bangewaziya me bibihîzîn û li hemberî van sûcên şer û mirovatiyê bisekinin. Em berxwedana xwe berdewam dikin, rûmeta xwe diparêzin û qirkirin û dagirkeriyê lanet û şermezar dikin."