Hevşaredar Zahîde Erk: Em ê şaredariyê bi hev re bi rê ve bibin 2019-10-26 09:09:21   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Hevşaredara Bajaroka Gundikê Melî Zahîde Erk, derbarê xebatên xwe yên şaredariyê de axivî û got ku gelek planên wan ji bo gel hene û ev tişt got: “Şêniyên navçeyê  ku bi tenê hatine hiştin dixwazin ku rêveberên wan li gel wan bin. Em jî dibêjin ku em ê heta ji destê me bê li cem wan bin û bi hev re şaredariyê rêve bibin.”   Di sala 2016’an de qeyûm tayînî 94 şaredariyên DBP’ê hatibûn kirin û ji van yek jî Şaredariya Bajaroka Gundikê Melî ya girêdayî Şirnexê ye. Wek qeyûm Alîkarê Waliyê Şirnexê Turan Bedîrhanoglu hatibû tayînkirin. Di 31’ê Adarê de Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Bajarokê Gundikê Melî bi ji sedî 53 bi ser ket û şaredarî  şûnde girt. Zahîde Erk û Şehmûs Sîdar Hevşaredar hatin hilbijartin. Hevşaredar Zehîde derbarê xebatên şaredariyê de axivî."   'Şaredariya me şaredariya gel e'   Zahîde, anî ziman ku beriya qeyûm tayînê şaredariyê bê kirin li şaredariyê xebatkarî kiriye û wiha got: “Dema qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin em ji kar hatin derxistin. Lê di 31’ê Adarê de gelê Gundikê Melê dengê xwe dîsa diyar kir û me şaredariya xwe ji nû ve girt. Dema em hatin deynê şaredariyê tunebû. Lê qeyûmê ji bo gel tu tişt nekiribû. Bi taybetî jî ji hêla xebatên jinê ve tu tişt nekiribû. Qeyûmê îhaleya Mala Zanînê(Bilgi Evi) girtibû, lê ew îhaleyê jî ya dema me bû. Her wiha dema qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin gel nikaribû bi rehetî were şaredariyê û rûnê.  Di dema qeyûm de her roj cerdevan dihatin şaredariyê. Ji ber vê jî gelê me nedixwest ku biçe şaredariyê. Ji aliyek din ve jî gelê me nikaribû li ber avahiya şaredariyê jî rûne û nedixwest qeyûm bibîne. Lê piştî ku me şaredarî bi dest xist û em hatin, ji 7 salî bigire heta 70 salî hemû kes bi rehetî dikare were şaredariyê. Gelê me ne bitenê ji bo kar, rojên ku karên wan tunebe tên şaredariyê û ev jî me kêfxweş dike  Ji ber ku şaredariya me şaredariya gel e.”   Zahîde, di berdewamiya axaftina xwe de got ku wan piştî şaredarî bi dest xistine çûne serdana gel û ciwanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha em bi ciwanên xwe re hatin gel hev. Me malbatên xwe ziyaret kirin. Me di hevdÎtinan de nêrîn û pêşniyarên gel girtin û me ji wan pirsî çi kêmasî hene. Me niha xebatên xwe yên rê û kanalîszasyonê dane destpêkirin. Em li gorî daxwazên gel tevdigerin ji er ku nêrîna gel ji bo me girîng e. Nêrînên gel ji bo me girînge.”   Plan û projeyên şaredariyê   Zahîde, di dirêjiya axaftina xwe de got ew dixwazin ciwanan bikin nav xebatên şaredariyê û wiha behsa planên xwe kir: “Em dixwazin ku bi ciwanan re plan û projên baş ji bo şaredariyê pêş bixin. Her wiha di şaredariyê de wek jin ez tenê heme. Armanca min ew e ku ez bi jinan re rêxisina jinê xurt bikim. Jinên vê derê ji hêla keda destan ve gelek pêşketî ne. Ji ber vê jî em dixwazin saziya Mala Keda Jinê vekin. Ji bo pêşxistina hunerê jî planê û projeyên me hene û niha em dixwazin maleke dengbêjan li bajarok vekin. Planên me ji bo bîhnvedana gel jî hene û em ê di dema pêşiya me de ji bo şêniyên bajarokê parkekê jî ava bikin, maleke şînê vekin û gelek projeyên me yên din jî hene ku em bikin meriyetê. Ji bo ku em jinên bi zaro tevli xebatan bikin projeya me ya vekirina baxçeyê zarokan jî heye. Herwiha di warê çand û hunerê de jî em ê bernameyan li dar bixin. ”   ‘Em ê şaredariyê bi hev re rêve bibin’   Zahîde, di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Gelê me ji me zêde tiştekî naxwaze. Ew bi tenê dixwazin ku tim em di nav wan de bin û ligel wan bin. Em jî dibêjin ku em ê heta ji destê me bê ligel gelê xwe bin. Ji ber ku HDP partiya gelan e. Em ê şaredariyê bi hev re rêve bibin.”