Eren Keskîn: Her tiştî wek heqeret dibînin û dozan vedikin 2019-10-26 09:18:06   STENBOL- Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, ku der barê wê de gelek doz û lêpirsîn hatine vekirin, diyar kir ku sedema serdegirtina mala wê, dibe ku ji ber Nedîm Şener yê ku di weşana zindî de ew hedef girtiye û wiha got: “Li Tirkiyeyê mijarên qedexe hene. Ev xetên sor yên dewletê ava dikin. Dema em van diaxivin dewlet, destûrê nade. Ji ber vê ez jî her tim sûcdar im.”   Di 22’ê cotmehê de bi ser mala Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn de hat girtin û ji ber Eren ne li malê bû, di 23’ê cotmehê de çû Edliyeya Anadoluyê û îfade dabû. Li gelek lêpirsînên der barê Erenê de hatibûn vekirin yek din jî zêde bû. Der barê Erenê de bi giştî 17 sal û 2 meh ceza jî hatiye dayîn.   Erenê da zanîn ku ji salên 1990’î heta niha gelek caran hatiye darizandin û got: “Demekê der barê min de 200 doz hebûn. Di her axaftin û nivîsandina min de doz vekiribûn. Îro jî heman tişt tê jiyîn. Di salên 1990’î de biryarên girtinê evqas bê bêperwa nedihatin dayîn. Lê niha bêperwa tê dayîn.”   ‘Li Tirkiyeyê mijarên qedexekirî hene’   Erenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê hinek mijarên qedexekirî hene. Ev xetên sor yên dewletê ava dikin. Qirkirina Ermeniyan, mijara Kurd û Kurdistan, pirsgirêka Kibrisê. Di van mijaran de ger ku ji îdeolojiya fermî cudatir bifikirî tu sûcdar î. Ji ber ku ez jî di van mijaran de gelek tiştî tînim ziman, doz der barê min de tên vekirin. Ez her tim sûcdarê demê tê dîtin.”   ‘Em dewletê rexne dikin, heqeretê li kesî nakin’   Erenê daxuyakirin ku di navbera salên 2013 û 2016’a de gerînendeya giştî ya Ozgur Gundemê bûye û ji ber pêvajoya aştiyê doz lê nehatiye vekirin û got: “Piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê her roj doz vekirin. Li Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê tu car tunebû. Lê wek min got îro biryara girtinan bêperwa tên dayîn. Berê piştî ku biryar teqez dibû, dihatin girtin. Tirkiyeyê îmze avêtiye bin gelek peymanên neteweyî. Lê li dijî van peymanan dozê vedike. Lê ev hemû rexne ne. Em dewletê rexne dikin. Em heqeretê li kesî nakin. Der barê Ozgur Gundemê de bi giştî 143 doz hatine vekirin. Hinek doz bûn yek. Ketin 122 dozî. Her wiha doza sereke jî heye. Ji ber axaftinek min kiriye ceza heye.”   ‘Her roj li edliyeyê me jixwe’   Erenê her wiha bal kişand ser serdegirtina mala wê û daxuyakirin ku di salên 1990’î de di sûcdariyên der barê azadiya fikir û ramanê de serdegirtina malan nedihat kirin û got ewil teblîgat dikirin û piştre bi telefonê digeriyan û ev tişt vegot: “Ez parêzer im. Bi telefonê jî bigotina ez ê ji xwe biçûma. Niha 1 sal û 2 me cezayê min heye. Li dadgeriyê ye. Ji ber cezayê min heye ez ji xwe naçim cihekî. Ez vê her tim jî tînim ziman. Li şûna bi telefonekê li min bigerin, Şaxa Têkoşîna bi Terorê re dişînin. Hişê mirovan vê nagire bi rastî.”   ‘Min gelek tehdîd girtin’   Erenê destnîşan kir ku ji ber tweeta wê ya di 15’ê Tîrmehê îro tê darizandin û got: “Dosyayek komî amade kirine. Gotine em hema her tiştî têxinê. Di 15’ê Tîrmehê de dîmenê leşkerekî ku serê wî hatibû jêkirin li erdê, her kesî weşandibû. Min jî weşandibû. Gotin ev malbat Kurd e. Min jî bang li malbatê kir ku bê serî li komeleyê bidin. Wek parêzvanek mafê mirovan ev peywira min e jixwe.”   Erenê bal kişand ser mijara ku Nedîm Şener ew di weşandina zindî de hedef girtibû û wiha got: “Nedîm Şener ez di weşana zindî de PKK’î îlan kirim. Got ‘alçax, bêşeref’. Li ser vê min bi hezaran peyamên tehîdê girt. Bi rojan ji bo pêşî li vê bigirim, ketim hewildanan. Di wê navberê de jî ev dosya hatiye amadekirin. Qadên ku em wek wan bi kar bînin kêm in. Lê ew her roj di weşanên zindî de ne. Ji ber vê serdegirtina mala min dibe ku ji ber hedefgirtina Nedîm Şener be. Lê ez tu car dest ji têkoşîna xwe bernadim. Ev ji bo me teşeyê jiyanê ye.”