Meles Tekin hat tehliyekirin 2019-10-26 09:21:41       MÊRDÎN - Meles Tekin a 75 salî û gelek nexweşiyên wê hebûn û li girtîgehê dihat girtin piştî serîlêdana "serbestiya bi kontrol" hat qebûlkirin şûnde serbest hat berdan.    Meles Tekin a 75 salî di 2018'an de bi hinceta 4 sal û 2 meh cezayê wê heye hatibû girtin û piştre sirgunî Girtîgeha Xarpêtê hatibû kirin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Melesê hebûn berê çar caran daxwazname dabû Saziya Tipa Edlî. Meles salekê û 6 mehan di girtîgehê de ma. Piştî serîlêdana "serbestiya bi kontrol" a ji bo Melesê hat qebûlkirin şûnde serbest hat berdan.