Du kesên ku li Mûşê hatibûn binçavkirin hatin girtin 2019-10-26 09:22:58       MÛŞ - Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê Nafiye Bal û Murat Balkaya ên ku 3 rojî li Mûşê di bin çavan de man hatin girtin.    Di 23'ê Cotmehê de polîsan di encama biserdegirtina malan de Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê Nafiye Bal û Murat Balkaya û xwendekara zanîngehê Şeyma Orhan kirin bin çavan. Piştî îfadeya emniyetê Şeyma bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan. Murat û Nafiye bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" kirin hatin girtin.    Murat û Nafiye birin Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mûşê.