Kesa ku li ser Selçûk Mizrakli û Kezîban Yilmaz îfade da, hat berdan 2019-10-26 10:49:07   AMED - Hîcran Berna Ayverdî (46) ku îfade li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz de dabû, ji doza ku dihat xwestin cezayê muebeta giran lê bê birî, hat berdan.    Derket holê ku Hîcran Berna Ayverdî ku bi tawanbariya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" dihat darizandin û dihat xwestin cezayê muebeta giran lê bê birîn, piştî li ser Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Şaredariya Peyazê Kezîban Yilmaz daye, hatiye berdan.   Hîcran, beriya hilbijartina 31'ê Adarê bi 11 rojan, li Girtîgeha Jina ya Kayseriyê ji bo Selçûk gotibû "Endamekî rêxistinê tedawî kiriye" û beriya hilbijartina bi 4 rojan jî ji bo Selçûk gotibû "di komîsyona hiqûqê ya rêxistinê de cih digire û ji bo zarokên kevir avêtine bên berdan tev geriyaye." Piştî van îfadeyan Hicran hat berdan.    Hîcran, piştî îfadeya li ser Mizrakli û Yilmaz, di 5'ê Îlona 2019'an de di danişîna doza li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an de hat berdan.    Di îdianameya dozê de, hatiye diyarkirin ku Ayverdî di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de, di 26'ê Gulana 2016'an de, li Kolana Tûnçê ya Taxa Yenîşehîrê, tevî 42 kesan "teslîm" bûye û 4 rojan di binçavan de maye û gava "teslîm" bûye li ser wê tu tiştekî bibe cihê sûc nehatiye dîtin.    Di îdianameya Hîcran de hatiye gotin ku, Hicran anestezîst e, ji ber betal bûye û hevaleke wê jê re karek dîtiye çûye Nisêbînê û gava li wir bûye qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û ji ber "endamên rêxistinê" tedawî kiriye hatiye girtin. Di îdianameyê de hatiye gotin ku Hicran di bin çavan de wêneyên nîşanî wê hatine dayîn teşhîs kiriye û li ser kesên teşhîs kiriye îfade daye.    Hîcran ku ji Qanûna Poşmaniyê fêde girtiye, di îfadeyên xwe yên li emniyet, dozgerî û dadgehê de bi tu awayî li ser Selçûk û Kezîban de îfade nedaye, lê belê piştî 3 salan beriya hilbijartinê bi 11 rojan li ser Selçûk û beriya hilbijartinê bi 4 rojan li ser Kezîban îfade daye.    Kezîban û Selçûk, ji ber îfadeyên Hicran di 21'ê Cotmehê de hatin binçavkirin û Mizrakli di 22'yê Cotmehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.