Bersûcê îstîsmara zayendî pêk anî hat girtin 2019-10-26 12:26:15   ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê, di rojên  derbas bûyî de mêrê bi navê Y.U. yê ku keça xwe îstismar kir, hat girtin.   Li bajarokekî ya navçeya Qileban a Şirnexê, di rojên derbas bûyî de derket holê ku mêrê bi navê Y.U., li dijî keça xwe ya 15 salî îstîsmara zayendî pêk anî. Li gor agahiyên ku hatin destxistin bûyer beriya du hefteyan li Hatayê pêk hatiye. Zaroka ku rastî îstîsmarê hat, piştî ku ji dayik û malbata xwe re got derket holê. Li ser vê yekê malbatê di derbarê bersûc de serlêdana sûc kir û Y.U. ji aliyê leşkeran ve ji bo îfadeya wî bigirin  birin qereqola  bajarokê.   Îfadeya Y.U. ku  ji aliyê dozger ve hat girtin. Y.U piştî ku derket dadgehê hat girtin.     Her wiha hat zanîn, Y.U yê ku keça xwe îstismar kir hişbirê bi kar tîne û tundiyê li hevjîna xwe dike.