Kongreya Star: Êrîş li ser tevahî jinan e 2019-10-26 13:00:00   HESEKÊ- Kongreya Star a Til Temirê li dijî kiryarên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.    Dewleta tirk ji 9'ê Cotmehê de bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Tevî ku agirbest ji 23'yê Cotmehê de hatiye îlankirin, lê heta vê kêliyê jî dewleta tirk êrîşên xwe ranewestadine.    Li dijî kiryarên dewleta tirk îro Kongreya Star li Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê bi beşdarbûna dehan jin, daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîcê Asim ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   "Êrîşên dewleta tirk tê wateya ku dixwaze hevpeymana Edene ya ku di 1998'an de derbarê dagirkirina 30 km ji xaka Sûriyê hatiye îmzekirin, temam bike. Êrîşên Erdogan bi balafir û topên wî li dijî exlaqê mirovahiyê ye, ne tenê zarok, jin, pîr, dibistan, nexweşxane û deverên ku sivîl lê kom dibin bombebaran kir. Ev tenê ji xwe re bes nedît vê carê fosfora spî li dijî gel bi kar anî mînaka wê jî zarokê bi navê Mihemed ku qêrîna wî li tevahî cîhanê belav bû. Di heman demê de dewleta tirk Efrîn dagir kir û demografiya herêmê da guhertin û nîştecihên Idlib û Xûta lê bicih kirin. Niha dixwaze li Serêkaniyê û Girê Spî jî heman tiştî bike.    Dewleta tirk ne tenê sivîlan siyasetmedar û şervanên YPJ'ê jî hedef digire. Arîn Mîrkan li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek fedayî pêk anî û hêza jina Kurd ku teslîmiyetê qebûl nake, nîşanî cîhanê da. Li Efrînê jî Avêsta Xabûr mohra xwe li dîroka rûreş da û got ez jina Kurd im, hember dagirkeriya we ez ê serî netewînim. Hevrîn û Amara jî bûn şahidê hovitiya dewleta tirk di berxwedana Rûmetê de.  Pêwîst e civaka Navntewî, Rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên jinan li tevahî cîhanê zextê li dewleta tirk bikin û Şervana YPJ'ê teslîmî hêzên YPJ ê bike û eger tiştek jê were wê Civaka Navnetewî berpirsiyartiya wê rake. "   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rûmetê"û " Hevrîn namire" bi dawî bû.