Artêşa tirk êrîşî gundê Serêkaniyê dike 2019-10-26 13:08:22   HESEKÊ- Artêşa tirk car din amadekariya êrîşan dike û agirbestê binpê dike.   Artêşa tirk car din di nav amadekariyê êrîşan de ye û agirbestê binpê dike. Di van kêliyan de xeta gundê Dawudiye yê girêdayî Serêkaniyê bi kordîna balafirên keşfê bi obîs, havan û tangan topbaran dike.    Artêşa tirk û hevkarên wê bi çekên giran û bi kordina balafira keşfê, êrîşî gundê Mirêkîs û dungê Babil Xêr yê girêdayî navçeya Zirgan a Serêkaniyê dikin.   Duh jî êrîşa artêşa tirk û hevkarên wî êrîşî gundê Serêkaniyê dikirin, beramberî vê êrîşî şervanên QSD'ê parastina rewa bi kar dianî. Di van kêliyan de şer û pevçûna giran hene.