Xewla Xidir Deham ji ber hawanê dewleta tirk jiyana xwe ji dest da 2019-10-26 13:35:50   HESEKÊ- Îro dîsa dewleta irk û hevkarên wî agirbest binpê kirin û jina bi navê Xewla Xidir Deham bû hedefa êrîşan wan û jiyana xwe ji dest da.    Agirbesta ku hatiye ragihandin dewleta tirk binpê dike û êrîşên xwe ranewestandiye û şer û pevçûn berdewam dike. Îro hawan li mala jina bi navê Xewla Xidir Deham a 30 salî ye û dayîka 4 zarokan e, ku li gundê Xirbet Qerac ê di navbera Navçeya Til Temir û Serêkaniyê de ye, dijî, ket.    Xewla Xidir Deham ji ber birîna wê ya giran jiyana xwe ji dest da.