Şêniyên Tirbespiyê têkoşerê berxwedana rûmetê oxir kirin 2019-10-26 13:41:53   QAMIŞLO - Hemza Xelef ê ku di dema erka parastinê de bû di êrîşa artêşa tirk û komên girêdayî wê jiyana xwe jidest dayî hat oxirkirin.   Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê têkoşerên erka xwe parastinê Hemza Xelef yê ku di berxwedana rûmetê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Ş. Dilşêr oxir kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Saziya malbatê şehîda Ebd EL-Helîm Hesen, li ser navê hevalên wiyên hêzên leşkerî Ebas Xizna axaftin kirin.   Li ser navê malbata şehîd Hemza apê wî Îmad Xelef jî diyar kir ku di zarokatiyê de diyar bû dê Hemza serî li hemberî dagirkeriyê bisekine û got: "Hemza ji zaroktî ve tevlî nava refê şoreşê bû û xaka xwe parast. Hemza ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê Kurdistanê ye ji ber ku di ber azadiya xaka Kurdistanê de canê xwe feda kir."   Piştî axaftinan wesîqeya têkoşer hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.   Cenazeyê tekoşerê berxwedana rûmetê di nava berzkirina sloganan û tilîliyên dayikan de hat veşartin.