Li Hesekê û Kobanê şer diqewime 2019-10-26 13:59:57   HESEKÊ / KOBANÊ - Di encama şer û pevçûnên ku li gundê Um Eşba ê girêdayî Navçeya Zirganê şervanê QSD'ê birîndar bû. Her wiha komên girêdayî dewleta tirk êrîşî gundê Evdikê yê navbera Girê Spî û Kobanê kirin.    Dewleta tirk û hevkarên wî agirbestê binpê dikin û şer û pevçûnên xwe yî li hember Navçeya Zirganê û Serêkaniyê dijwartir dikin, hêzên QSD'ê jî li gorî mafê Parastina Rewa bersiv didin. Li derdora gundê Tewila yê Til Temir ê ku dikeve ser rêya giştî çeteyan êrîş kirin û şervanên QSD’ê jî parastinê dikin. Niha li derdorê gundê Tewila yê ku 10 km. nêzî navçeya Til Temir a kantona Hesekê şer êrîş giranbûne. Li ser rêya duali ya M4 li derdora gundê Tewila yê çeteyên El-Nusra/DAIŞ êrîşî çeperên şervanên QSD’ê dikin. Şervan jî di çerçoveya parastina rewa de bersivê didin û di van kêliyan de êrîş didome. Li gundê Evdikê yê dikeve navbera Girê Spî û Kobanê de jî komên girêdayî dewleta tirk êrîş kirin. Şervanên QSD’ê parastinê dikin.     Di encama pevçûnan de şervanekî QSD'ê bi navê Ibrahîm Deham Celo birîndar bû.   Niha li Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn tê dermankirin.