Kongreya Star ji bo Çîçek Kobanê daxuyanî da 2019-10-26 15:09:04   KOBANÊ- Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê li dijî dîlgirtina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ya ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk daxuyaniyeke çapemeniyê  da.   Kongreya Star a herêma Firatê di derheqê şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê de ku dema birîndar dibe komên girêdayî dewleta tirk wê dîl digirin, li Qada Jina Azad daxuyanî dan çapemeniyê. Bi pêşengiya Kongreya Star, sazî û dazgehên rêveberiya xweser û partiyên siyasî jî di navê de gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji aliyê endama Koordînesyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Weke tê zanîn ji 9’ê Cotmehê ve di salvegera komploya li ser Seroketî de xwestin komployê nû bikin. Dewleta tirk bi çeteyên xwe êrîşî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Ev êrîşên dagirkeriyê di bin navê ewlekariyê de xapandinek ji bo ku şoreşa me ya jin bi bin bixin bû. Armanca wan a sereke ji ber ku şoreşa me dengvedanek di dunyayê de çêkir, ji bo mirovahiyê bû hêvî, hêza çareserî, îradeya çareserî xwestin vê îradeyê bişkînin.    ‘YPJ nasnameya tevahî jinan e’   Tevahî cîhan dizane ku di şerê li hemberî DAIŞ’ê de hêzên sereke YPJ/YPG’ê û QSD’ê bûn. YPJ bi berxwedana xwe ya di sedsala 21’an de ji bo tevahî jinan bû sembola berxwedanê. YPJ bû dengê tevahî jinên cîhanê. Ji her netew û baweriyan jin tevlî nava refên YPJ’ê bûn û cihên xwe di çeperên şer de girtin. YPJ qada parastina tevahî jinan e. Îro jî li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê sekneke destanî dane diyarkirin û li hemberî zihniyeta qirêj şer kirin. Di êrîşên dewleta tirk ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de carek ditîr li ser axa me DAIŞ’ê  zindî dikin. Di şexsê heval Zîn, Amara û Berxwedan de têkoşînek di asta jor de hate meşandin.    ‘Metirsiya  ser jiyana şervana YPJ’ê Çîçek berpirsiyariya cîhanê ye’   Di vî şerî de hevala me Çîçek dîl kete destên çeteyên hov. Ew bi xwe ji Kobanê ye, ji bo parastina ax û welatê xwe di çeperên pêş de cihê xwe girt. Di encama êrîşên çeteyan de birîndar bû û tevî birîndariyê kete destên çeteyên dewleta tirk. Çeteyên dewleta tirk hemû cureyên kiryarên bê exlaqî di derheqê hevala me de dikin û li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal parve dikin. A niha her kes dizane ku jiyana hevala me Çîçek di xeteriyeke mezin de ye. Ji bo vê banga me ji tevahî jinên cîhanê, dewletên navneteweyî û mafên mirovan re heye ku bi erka xwe ya mirovahiyê rabin û li hember van kiryaran bêdeng nemînin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana rûmetê” û “Bijî berxwedana YPJ’ê” bi dawî bû.