Gelê Başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo koçberên Rojava bi rê kir 2019-10-26 17:05:00   QAMIŞLO - Bi kampanyaya bi navê "Em hemû Rojava ne" ji aliyê sazî, rêxistin û bajarên Silêmaniyê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê, ji bo kesên ku neçarî koçberiyê bûne 25 kamyonên alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin.   Bi kampanyaya bi navê "Em hemû Rojava ne" ji aliyê sazî, rêxistin û bajarên Silêmaniyê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê, ji bo kesên ku neçarî koçberiyê bûne 25 kamyonên alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Bi alîkariya Ragihandina Kurdisat, muzeya ewledar ya sorikên netewî, rêxistina menal barîz Kurdistan, rêxistina pêşveçûn aristanî, saziya Ibrahîm Ehmed, rêxistina firyardês, gelê bajarê Silêmaniyê û gundewarên wê 25 kamyonên alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.    Ev alîkarî ji bo kesê ku êrîş ji aliyê dewleta tirk bi ser wan daye meşandin û neçarî koçberiyê bûne ye.Kamyonên alîkariyê ji xwarin, derman û hewcedariyên taybet pêk tê.   Kampanyaya ji bo Rojava berdewam e.