ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-27 09:00:00   *Zindiyên ku herî zêde di şer û kirîzê de bandor li wan dibe zarok in. Îro zarokên Serêkaniyê dibêjin:"Me bêriya dibistan, rêheval û lîstokên xwe kirine. Em dibistanên xwe dixwazin. Erdogan zaroktiya me qetil dike." DÎMEN HEYE   *Fatma Şengul ku li cihê kar ji aliyê Zeynel Akbaş ve hat qetilkirin, doza wê sibehê tê dîtin. Zeynel Akbaş ji sûcê ‘ji qestî kuştin’ wê bi muebeta giran bê darizandin. Parêzer Aylîn Mert jî diyar kir ku ji bo doz neyê rojevê bi taybet 28’ê cotmehê hatiye tercîhkirin û bang li hemû jinan kir ku xwedî li dozê derkevin.   * Ji Tora Parastina Jinan Îlknur Çîçek da zanîn ku krîza avhewayê ya ku pergala kapîtalîst a baviksalariyê afirandiye, mijarek femînîst e û got: “Hilweşîna avhewayê, newekheviya zayendî ya herî mezin adîroka mirovahiyê dihewîne. Werin em tora parastina xwe ya jinê biafirînin, em xwedî li jiyan û mafên xwe derkevin. Em bajar, xweza û xwe biparêzin.”   *Di êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 22 zarokî jiyana xwe ji dest dan û her wiha bandorek mezin li ser derûniya zarokan dike. Derûnas Melek Kaval, diyar kir ku zarokên di hawirê şer de dijîn, bi wan re hêrs, şîdet û hestên sûc li dijî civakê pêk tê. Ji bo pêşerojeke bi şîdet tune be, divê nêzîkatiyên ku piştgiriyê didin aştiyê bên nîşandan.” DÎMEN HEYE   *Rojnameger Nevîn Sungur bandora zimanê ku rojnamegeriya şer li ser civakê dike nirxand û wiha got: “Yên şer didin destpêkirin û bi rê ve dibin, di vê pêvajoyê de yek ji hewcedariya wan ya herî mezin piştgiriya raya gişti ye. Pêkanîna vê piştgiriyê jî bi riya çapemeniyê tê bikaranîn. Desthilatdarî, ji bo şer bi civakê bide qebûlkirin û hînê vê pêvajoyê bikin, ji çapemeniyê daxwaz dikin ku pesnê şer bê dayîn.”